KOBANÊ- Li Kobanê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê bi 2 şahiyên li bajarokên Taşlûk û navçeya Celebiye hat pîrozkirin.
Li navçeya Çelebiyê bi dehan ciwan û şêniyên navçeyê li qada dibistanê kom bûn û salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kirin.
Li bajarokê Taşlûkê jî bi dehan şênî şahiyek li dar xist û tê de salvegera damezirandina PKK’ê ku di 27’ê Mijdarê de pîroz kir.