MEXMÛR- Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Tevgera Jinên Ciwan Mexmûrê bi şîara “Em wekî jinên Ciwan bı rihê serhildanê demê, emê tecridê parçe bikin, Şoreşa Jin ava bikin” 4. Kongreya xwe li dar bixin. Jinên ciwan ev hefteyeke amedekariyên xwe, kar û xebatên xwe ya kongre dikin. Kongre sibê seharê seat 08.00 destpê bike.
Endama Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr Nûdem Tunç girêdayî amedekariyên kongrê ji ajansa Nuçe Ciwan re axivî.
Nûdem Tunç bal kişand li ser amedekarî û kelecana kongre û got: “Em ji bo kogreya Jinên Ciwan ên Mexmûr li vir amadene, ev hefteyeke amedekariyên, kar û xebatê me di astek jor de berdewam dike. Em jî wek Jinên Ciwan ên Mexmûrê dixwazin bi vê kongre bibin layîqê rihê vê demê û ji bo pêvajoyê bibin bersiv. Bi rastî jî di vê pêvajoyê de kongreyek wisa lidar xistin cihek xwe yê piroz heye û ji bo me weke jinên ciwan ji cihê şanaziyê ye. Hêvî û bendewarîyên me ji jinên ciwan yên Mexmûrê ewe ku bibin, layîqê şehîdên vê pêvajoyê û li gor pêvajoyê tev bigerin û beşdarbûna xwe ji bo vê kongre bi şêweyek aktîf bidin diyarkirin. Em hêvî dikin ku giştî jinên ciwan ên Mexmûr bi cilên xwe yê gelerî ve tevlî kongreyê bibin. Weke jinên ciwan erk û berpirsyartiyên ku dikevin ser milê wan pek bînin û bibin layîqê şehîdên me ên şoreşê.”