NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Mirov fêhm bike dikare bijî. Mirov dijî ji bo fêhm bike. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Herçiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî nemumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bi xwe ye. Ti hêz bi qasî hêza maneyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û pêve tiştekî din nînin. Li cihekî ku mane nebe behsa jiyanê nayê kirin. Tabî heke em danûstandina bêhnê weke jiyanê nehesibînin. Spînoza gotibû ‘Fêhmkirin azadî ye’. Ji derveyî wê ez jî bawer nakim ku azadî hebe. Qasî ku ez fêhm dikim azadbûna min ji bo jiyanê hêza herî mezin e.
Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike.
Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne terîfkirin. Ev, civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pirr baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan pirralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe pirralî ava bikin.
Di çarçoveya vê terîfê de tevahiya serdeman girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman, rewşa manedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, ketiye rewşa herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Bi awayekî maneya vê jî rewşa qutbûna ji hebûnê, û dest berdana ji rastîbûnê ye. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên subjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane, bi awayekî potansiyela heqîqetê ye. Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewşa jêre heqîqet tê gotin.
Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihiştina zanistên pozîtîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17. de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide.
Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê di tinekirina terîfa jiyanê de ye. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Hemin di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê, bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz a zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyr e ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike. Naxwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê? Çiqasî bersiva van pirsan were dayîn, ewqasî wê baş were fêhmkirin ka çima zanyarên civakî bersivê nadin pirsa bingehîn a weke “Jiyan çi ye û têkiliya wê bi civakê re çawa ye?” Dibe ku ev pirs gelekî besît xuya bikin. Lê hebûna jêre mirov tê gotin bi qasî jiyana xwe manedar e. Piştî ku ev jî nehat fêhmkirin ma çi qîmeta mirov heye! Di vê rewşê de belkî veguhere mexlûqekî ku ji heywanekî, heta ji jiyana nebatekê bêqîmetir be. Mirovatiyeke maneya xwe, heqîqeta xwe nizanibe yan nîne yan jî hebe jî bi awayekî herî rezîl û herî hov heye.
Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji ti hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye.
Qeyrana zanista bi navenda şaristaniya Ewrûpa bunyewî ye. Bi pêşketinên di heyamên destpêkê yên şaristanî re pêwendîdar e. Navendîbûna zanistê li perestgehê, tê wateya yekparebûna wê bi desthilatiyê re. Bi hejmareke zêde nimûne hene ku îspat dikin ku zanistên di şaristaniyên Misir û Sumer de bûne parçeyên jêveneqetîn ên desthilatiyê. Keşîşî, ku zanistê berhev dikir, ji xwe di şûngeha hevparê tewrî girîng ê desthilatiyê de bû. Lê di rastî de pêkhateya zanista di serdema neolîtîkê de cewaz bû. Zanîna jinê ya li ser nebatan, belkî jî hîmê biyolojî û bijîşkiyê (tibê) bû. Wekî din, çavnêriyên wê yên li ser demsalan û mehan, hesabê derdixist holê. Dikare pirr bi hêsanî were şîrovekirin ku pratîkên jiyanê yên bi hezaran salan ên komcivakên çandinî û gundan, gencîne (xezîne)yeke mezin a zanînê (agahiyê) derxistiye holê. Lê heyama şaristaniyê van zanînan komî ser hev kir û wan kir parçeyekî desthilatiyê. Li vê derê veguheraneke wesfînî di wateya neyînî de hatiye jiyîn.
Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bikin, em ê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî em ê weke pirsgirêkeke ciddî ya bi navkirina zanistê fêhm bikin. Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarê şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye.
Neçar e ku zanista were pêşxistin, berî her tiştî weke “zanista civakî” were rêkûpêkkirin. Divê zanista civakî, weka banû (qralîçe)ya dayîk a tevahiya zanistan, were pejirandin. Ne zanistên din ên di derbarê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, astronomî, kimya û biyolojî) û ne jî zanîn û zanistên din ên beşerî (wêje, felsefe, huner, aborî û wekî vana), qet nikarin pêşengî bikin û girêdana watedar bi rastiyê re çêbikin. Ev herdu qad, tenê dema girêdana xwe bi zanista civakî re bi rengekî serkefti çêbikin, wê demê dikarin para xwe ji rastiyê bigirin.
Zanîn û zanist di cavakên dijber ên berî û heyama şaristaniyê de parçeyek ji civaka exlaqî û polîtîk bûn. Ta ku berjewendiyên jiyanî yên civakê pêwîst nedikir, gengaz nedibû ku zanist bi cûreyek dîtir bihata bikaranîn. Yekane armanca zanîn û zanistê, tenê dikarîbû ew bûya ku heyina civakê bihata domandin, parastin û xwedîkirin. Mirov nedikarî hizirîba ku armancekê wan a dîtir hebûya. Lê şaristanî vê rewşê ji kokê ve guherand. Yekdestiya xwe li ser zanîn û zanistê saz kir û bi vî rengî wan ji civakê qut kir. Dema civak ji zanîn û zanistê bêpar hate hiştin, hêzên desthilatî û dewletê, bi zanîn û zanistê, heya bêjî bihêz bûn. Wan kesên ku zanînê hildiberandin û diguhastin, bi xanedaniyan û serayan girê dan û bi vî rengî yekdestiya xwe saxlem kirin. Bi vî awayî qutkirina bikok a zanist ji civakê û bi taybetî ji jinê, dihat wateya qutkirina her wisa girêdana wê ya bi jiyanê û jîngehê re jî. Di heman demê de qutbûna bikok a girêdana zekaya analîtîk bi zekaya hestî re û mezinbûna berdewamî ya mesafeya di navbera wan de jî bi hev re pêş diket.
Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.
Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevin û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karektera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev noqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. Ilim cinsiyetparêz e.
Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka wendakirin û wendabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û bendeyên xwe ve, bi ferwerdar (hukumdar) û rajêr (tebaa)ên xwe ve, her wisa bi aborî, zanist û hunera xwe ve, dîrokek wisa ye ku têde kesayetiya serwer a zilam zexm bûye. Lewre, wendakirin û wendabûna jinê, bi navê civakê, ketin û wendakirina mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û wendakirinê ye. Zilamê zayendperest, dema serweriya xwe ya civakî li ser jinê ava dike, ewqas dilbijok (biîşteh) e ku her cûre miziş (temas)ê, dike pêşaniyeke serweriyê. Hertim têkiliya serwerî hatiye barkirin li diyardeyeke biyolojîk weke têkiliya zayendî. Zilam qet ji bîr nake ku li ser jinê bi hewaya serkeftinê mizişa zayendî (temasa cinsî) çê kiriye. Pirr eşkere ye bê ka pêwendiya zayendî û desthilatî di nava civakê de çawa bandorker e. Rastiyeke sosyolojîk e ku tew di roja me ya îro de jî, her zilam li ser jinê xwedî mafên bêhêjmar e, ‘mafê kuştinê’jî têde. Van “mafan” her roj têne bikaranîn. Têkilî, bi pirraniya raser, di karekterên taciz û tecawizê de ne.
Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.
Ya herî baş ew e ku ji bo azadkirina cîhana jinê, jin bi xwe mejiyê xwe yê hisî û mejiyê analîtîk bi hev re bixebitîne û pêk bîne. Divê jin mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê ji nû ve li gor xwe di ber çavan re derbas bike, bi mejiyê xwe yê xweser û azad şîrove bike û bixe pratîkê. Eger mirov bi mejiyê jinê nêzî teorî û pratîkê bibe dikare bigihîje dunyayek nêzî xwazayê, aştiyane, azadîxwaz û wekhevîxwaz a bi jiyaneke bedewî barkirî.
Hewcedarıya Cıvaka Rojhılata Navîn
Bı Duyemîn Şoreşeke Jınê Heye
Tevgera jinê tevgereke sedsala 21. e. Sedsala 19. çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21. jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, dibêjin sedsala 21. dê bibe sedsala jinê, meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya cins e, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşe, ez ê li ser vê hûrûkûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin. Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, bi jinê re jiyaneke bi rûmet, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet.
Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di tewazuna hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihiştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.
Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zêhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkin nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.
Eşkereye ku, jina ku navê wê bi jiyanê re bûye yek ku statuya jêre hatiye ferzkirin bi tevahî bi karekterê dij-jiyan û dij-jin e. Ev xusûseke wisa ye ku hê jî hişê min nagire. Mêr bêyî ku şermeke mezin bijî bi jinê re di bin statuya heyî de ew ê çawa bijî? Di ser de jî ku têgîna namûsê qilopanî kiriye, ew ê çawa ji xwe re jinê bike mijara namûsa herî bingehîn? Bi wateya xwe ya rastî şerê bi vê re weke namûsa rastî ez fêr bûme. Ez bawer dikim ku, ev şer jina tê bêrîkirin, lewma jî afirandina jiyanê ji niha ve di şexsê we de û di îfadeya sazîbûna wan de hatiye îspatkirin. Bi gelemperî li dunyayê, bi taybetî di civaka Rojhilata Navîn de têkoşîna civakî ya herî watedar ku di rêya wê de bê meşandin divê li ser vî bingehî be. Bi performanseke mezin têkoşîna xwe ya di vê hêlê de bi rûmetdarî dimeşînim. Lê tişta ya girîng, di bin vî barê têkoşînê de çi ferdî çi jî bi sazî bi serkeftî derçûna we ye. Tiştên ku min ji bo vê têkoşînê gotine naxwazim dubare bikim. Di rêhevaltî û dostaniya min a bi jinê re sînor nîne. Pratîk û kûraniya teorîk a pêre, ew ê bibe pîvana rastî ya mêraniya bê qebûlkirin jî. Li gorî min ev perspektîf rêgeza bingehîn a estetîk û exlaqê ye. Bedewbûn beriya her tiştî xwe gihandina kûraniya vê perspektîfê û bi jiyîna wê mumkin e. Herhal pîvanga bingehîn a jiyîna welat, netew û azadiyê dê ev be.
Dıvê Hûn Fêrkırın Û Nûnertıya Formula Bı Sêhr
Jın-Jıyan-Azadî Bıdomînın
Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Lê weke nijad, çîn an jî netew a herî zêde bindest. Divê baş bê zanîn ku ti nijad, çîn an jî netew weke jinê bi sîstematîk rastî koletiyê nehatiye. Em hertim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û di rêya azadiyê de seferber nekin nayê fikirîn ku hêmanên em jêre dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan karîbe rola xwe bilîze. Hewcê ye bibe azadîxwaziya jinê. Teşedayîna jinê weke bê exlaqiyê dihesibînim.
Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Eşq, hezkirina çavkorî jî di navê de divê em bi ti awayî bi jinê ve neyên girêdan. Berevajiyê vê jî rast e. Di heman demê de divê jin jî xwe bi kesî ve girê nede û kesî neke xwediyê xwe. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e.
Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandine. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pirr watedar in. Divê jin biqûdret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pirr muthîş bi min ve girêdayîn e. Ewçend ne girêdan be. Jina sedî sed bi min ve xwe girêdide nabe. Jin heyîneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin-jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sêhr Jin-Jiyan-Azadî bidomînin.
Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derçûna wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku de ne bi tarzê mêr be. Jineolojî dikare bibe derçûneke bingehîn. Qesta min bi vê jinê ji bûyina objeya zayendî pirr wêdetir hem weke cewher hem weke durdiya (tortu) civakê derfetên ku azadkirin û ronîkirina wê bê lêkolînkirin. Elbet heman lêkolînê ne tenê di qada zanista pozîtîf ku bi paradîgmaya mêr hatiye pêşxistin de bi heman paradîgmayê lêkolînkirina qadên dînî, hunerî û felsefîk jî. Hewldana min ya di vê hêlê de min bi berdewamî kiriye. Bi berdewamî zêdebûna kombûnekê mijara axaftinê ye. Dema vê qada ku kirine tabû derdikim kêfxweşî û bextewariyê hîs dikim. Ti çîrok weke çîroka koletî û azadiya jinê hem bi xemxwarî bi hêrs hem bi şanazî bi coş bandorê li min nake.
Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zihni (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bê gûman, zelalbûyîna statuya jinê tenê rehendekê mijarê ye. Rehendeke hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirrî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma)ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jin siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin.
Lêkolînkirina jin, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêyênkor ên civakî jî, pirr girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku, heman weke ku mirov atomê parçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di enî (bere) ya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîn e. Hemû şikestinên xeyalan ku hatine jiyîn di nekarîna xistina jiyanê utopya, bername û rêgezan, ên di serkeftin an ne serketîbûnên tevahiya têkoşînên azadî, wekhevî demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî de, şopên şêweya têkilî (ya di navbera jin û mêr de) ya serwer (a bi desthilatî), ku nehatiye şikandin, di xwe de werdigirin. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî (destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Eger em bixwazin li wan peyvên ku navên wan pirr derbas dibin, her wekî wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm, derbasdariyên ku nebin sedema şikestina xeyalê, bar bikin; pêwîst e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û parçekirin. Ji bilî vê, wekî din ti rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê (ya guncav li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn, û exlaqek ku dûrû nebe.
Dıvê Pêşî Bı Zanıstî Mırov Pê Dakeve, Qada Hevjıyanê Ye
Karekterê mêr ê serweriya civakê, heta roja îro firsend nedaye ku diyardeya jin weke zanistî bê nirxandin jî. Ilmên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk rawestiyane, ew çend jî û heta jê zêdetir dûrî mijara jinê mane. Mîna ku bûyerên li dora jinê û serhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyeyekê tê qebûlkirin. Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mora xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzikatiyên propagandatîv ku qet dest nadin rastiyê. Statuya rastîn a jînê bi van bêje û gotinan ve belkî jî çil caran tê nuxaftin, heman weke ku dîrokên şaristaniyê çîn, mêtin, zordestî û êşkenceyan dinuxêvin.
Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Ti qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî xisleta bingehîn û diyarker nîne. Ekonomî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de ekonomî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta ekonomî, dewlet û dîn. Berevajî, divê dewlet, dîn û ekonomî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.
Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û dîn timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, dîn û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û dîn têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane.
Min tim wê kûraniya jiyanê ya hevwatebûna cota herî harîqa biqasî dikare bê zanîn ya di gerdûnê de, bi kûranî hîs kiribû. Min wê wêrekiyê nîşan da ku ez girîngiya hizirîna bi jinê re destpêkê, her wisa pê re gotûbêjkirina li ser ka li ku dere, kînga û çiqas xirabûn hebe û derbaskirina wê, deynim pêşiya hemû têkiliyan. Tenê jina ku xurt be, bihizire, karibe biryarên baş, xweş û rast bide, dema bi vî rengî min derbas bike, karibe min heyranê xwe bihêle û karibe bibe muxetaba min, bê gûman yek ji kevirên koşe yê lêgerîna min a felsefî ye. Min tim bawer kir ku wê sirrên herikîna jiyanê ya li gerdûnê, bi vê jinê re, bi aliyên wê yên herî baş xweş û rast re, wate bibîne. Her wisa min bawerî bi exlaqê xwe jî anî, ku bi qasî ku ti zilam nikaribe bi ser bixe, şêwaza min a heyînê bi malê li pêş min ê ‘zilam û sermaye’ re, anku bi hurmuza xwedî not hezar şî re, qet par neke. Wê demê têgîna, ji femînîzmê jî wêdetir, ‘jîneolojî’(zanista li ser jinê), dibe ku armancê çêtir pêşwazî bike.
Têgîna femînîzm, bi zimanê Kurdî di wateya jinparêzî (jinperestî) de, dûr e ji wesfandina tam a pirsgirêka jinê û, ji ber ku dijraberê wê weke zilamparêzî tê sêwirîn, dibe ku bibe sedema zêdetir bêsûdiyan. Wateyek wisa diteyisîne weke ku tenê jina bindest a zilamê serwer be. Lê bele, rastiya jinê pirr berfirehtir e. Wateyên wisa di xwe de werdigire ku, ji zayendiyê wêdetir, rehendên wê yên aborî, civakî û siyasî hene. Eger em têgîna ‘mêtingerî’ ji hîmê welat û netew derxînin û wê daxînin bo komên mirovan, em ê karibin şûngeha jinê bi hêsanî weke ‘mêtingeha herî kevn’ pênase bikin. Bi rastî jî, ti diyardeyeke civakî, bi qasî jinê weke giyan û beden, mêtingeriyê nas nekiriye. Divê were têgihîştin ku jin di statuyeke mêtingeh a wisa de tê ragirtin ku sînorên wê bi hêsanî nikarin werin destnîşankirin.
Civaka sivîl a roja me ya îro di van xebatan de herçiqasî kêm be jî mirov dikare mînakeke vê yekê bihesibîne. Ya rastî femînîzm tevgereke civaka sivîl a girîng e, û di bingehê xwe de ekoleke îdeolojîk e. Ji lewra jî hewce dike ku xwe li ser bingehê zanistî ava bike. Lê ekolên femînîst, di warê analîzkirina civaka cinsiyetparêz a zilamê serwer de ku hêza hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê ji xwe re dike palpişt û bi giranî hukim li jinê dike, di warê pêşkêşkirina modela çareseriyê de û di vê çarçoveyê de hewldanên têne kirin, di jiyana xwe de ji aliyê pêkanînê ve misêwa bi bêhêzî û serneketinê re rûbirû dibin. Kesayetên awarte nebin, milîtaniya jina azad zehmet e ku xwe bigihîne serketinê. Hin serketinên bêne bidestxistin jî wê bi êrîşên rojane û berfireh ên civaka cinsiyetparêz re bêne asîmîlekirin. Ji lewra pêkanîn û pratîka kominên ekonomîk, îdeolojîk û polîtîk ên di mîhwera azadiya jinê de bivê nevê hewce dikin.
Her çend di hewldan û xebatên femînîstan de noqteyên girîng hebin jî, hê nikarin ji mejiyê demokrasiyên ku navenda wan Rojava ne, derbas bikin. Şêweyê jiyanê yê di bingeh de kapîtalîzm heye baş fêm nekirine. Lewra nikarin li dawiyê jî bihêlin. Rewş, têgihîştina şoreşa sosyalîzmê ya Lenîn bi bîr dixîne. Tevî ew çend hewldan û gelek destketiyan, Lenînîzmê nekarî xwe xilas bike ji bo li baskê çepê nebe alîkarekî baş ê kapîtalîzmê. Heman tişt dibe ku bi serê femînîzmê de jî were. Ji ber ku bingehekî xurt ê rêxistinî nîne, feslefeya xwe pêş de nebiriye û zehmetiyên mîlîtaniya jinê, îdîaya wê qels û lawaz dike. Dibe ku nikaribe “sosyalîzma reel” a jinê jî pêk bîne. Lê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka jinê gavavêtineke ciddî ye.
Divê tevgera femînîst bê gûman di ronahiya van rastiyan de bibe tevgereke herî radîkal a dijberî sîstemê. Tevgera jinê, ku bi awayê wê yê nûjen, dîsa em dikarin kokên wê bispêrin Şoreşa Frensî, kariye, piştî çend qonaxan, heya roja me ya îro were. Di qonaxa yekemîn de li pey wekheviya huqûqî hatiye bezin. Ev wekhevî, ku zêde wate dernabirre, di roja me ya îro de hema bi belave hatiye bidestxistin. Lê, pêwîst e baş were zanîn ku naveroka wê vala ye. Her wisa di mafên din de jî, yên mîna mafên mirovan û mafên aborî, civakî û siyasî, pêşketinên şêweyî hene. Jin di dîmen de bi qasî zilam wekhev û azad e. Lê di rastî de xapînokiya herî girîng di vê şêwaza wekhevî û azadiyê de veşartî ye. Ji bo azadî û wekheviya jinê, ku ne tenê heyamên modernîteya fermî, lê tevahiya yên [heyamên] xerarşî û şaristaniyê wê di hemû tevnên civakî de di warên mejî (zihnî) û bedenî de kirine kole û wê bi awayê koletiya herî kûr dane xebitandin, xebatên teorîk ên demokrasiya wan pirr berfireh be, têkoşînên bîrdozî, xebatên bernameyî û rêxistinî û ya herî girîng jî çalakiyên xurt pêwîst dikin. Beyî vana femînîzm û xebatên li ser jinan, ti wateyek wernegirin, ji wêdetirî xebatên lîberal ên jinê ku hewl didin sîstemê rehet bikin. Jineolojî, piştevaniyê ji bo femînîzmê jî dike.
Jîneolojî (zanista li ser jinê) li şûna femînîzmê, dibe ku çêtir bersiv bide armancê. Rastiyên ku jîneolojî wan derxine ronahiyê, diyar e para rastiya ku di xwe de wergirin wê ne kêmtir be ji ya gelek ‘lojî’yên beşên sosyolojî yên teolojî, eskatolojî, polîtîkolojî, pedagojî û wekî vana. Bê nîqaş e ku jin weke hem fîzîkî û hem jî wate, beşa herî fireh a xwezaya civakî pêk tîne. Wê demê, çima vê parçeya xwezaya civakî, ku pirr [ewqas] girîng e, neyê kirin mijara zanistê? Sosyolojî, ku dabeş bûye heya li perwede û terbiyeya zarokan weke pedagojî, jineolojiyê ava nekiriye; vê yekê nikare were ravekirin bi mijareke dîtir, jî bilî ku bi bêje û gotina zilamê serwer e.
Ne Pırrbûna Bıyolojîk, Bı Cıvakîbûnê Pırrbûn
Di rewşa ku zanista li ser jinê [jineolojî] pêş bikeve, wê xeylî fêrkar bibe ku çareseriya pirsgirêkan bi mînakekê were ravekirin. Pêwîst e mirov têbigihîje ku navajoya zayendî, yek ji şêweyên sereke yên herî kevn ên fêrbûnê ya jiyanê ye. Bersivek e ji pêdiviya jiyanê ya xwe berdewamkirinê re. Negengaziya jiyîna bêdawî ya takekes, weke çareserî, yekî/ê neçar kiriye ku potansiyela xwe ji nû ve hilberandinê pêş bixe. Ew tişta ku jê re tê gotin ajoya zayendî, ew e ku vê potansiyelê xwe di mercên guncav de hilberrîne û bi vî rengî jiyanê bidomîne. Dibe wek cûreyek çare li hemberî mirinê û mezixîn/qedîna nijad. Her wisa, dibe yekemîn dabeşbûna şanikê û, bi rêya xwe pirrkirina şanikê, ku yek e, xwe dike nemir. Eger em hîn bêhtir bikin gelemperî, ew bûyer e ku meyla bêdawîbûna gerdûnê, li hemberî tineyî û valatiyê, ku dixwazin wê daqurtînin, xwe bi berdewamî dike cihereng û xwe pirr dike û bi vî rengî di jiyana zîndewer de dewam dike.
Ew yek, yan jî takekes a ku vê bûyera gerdûnî di cûreya mirov de dewam dike, jin e. Pirrbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola zilam di vê bûyerê de ta radeya dawî duyemînî (talî) ye. Lewre, di bûyera berdewamkirina nijad de hemû berpirsyarî li ser jinê ye û ev jî weke zanistî mijareke têgihîner e. Bi ser de jin ne tenê cenîn di zikê xwe de diguhêze, mezin dike û dizayîne; lê di heman demê de berpirsyariya xwedîkirina wê/wî jî hema hema heya mirina wê/wî, weke xwezayî, digire ser xwe. Wê demê, yekemîn encama ku pêwîst e em ji vê bûyerê derxin, ew e ku jin di mijara hemû têkiliyên zayendî de teqez xwedî gotin be. Ji ber ku her têkiliya zayendî ji bo jinê pirsgirêkên ku weke potansiyel pirr zor e ku mirov ji binî derbikeve, bi xwe re tîne. Pêwîst e mirov têbigihîje ku jina ku deh zarokan bizayîne, weke fizîkî û heta di warê giyanî de, dikeve rewşên xirabtir ji mirine.
Nêrîna zilam li zayendîtiyê bêhtir şewş (çewt) û bi rengekî bê berpirsyar e. Di vê de nezanîn û korkirina desthilatî di radeya yekemîn de rol dileyîze. Wekî din, bi xerarşî û dewleta xanedanî re, ji bo zilam, bûyîna xwedî pirr zarokan, tê wateya bûyîna xwedî hêzeke jêneger. Bûyîna xwedî pirr zarokan, ne tenê misogerî (garantî)ya berdewambûn nijadê, her wisa, ya [misogeriya] mayîna wî ya wek desthilatî û dewlet jî, pêk tîne. Mercê ji dest neçûyîna dewletê, ku tê wateya cûreyek yekdestiya milk, girêdayî meziniya xanedaniyê ye. Jin bi vî awayî tê veguherandin bo navgîna zayandina pirr zarokan ji bo hem heyîna biyolojîk û hem heyîna desthilatî û dewletê. Hîmê, pêwendîdar bi xwezaya yekemîn û duyemîn, ê mêtingehbûna tirsnak ji bo jinê, bi vî rengî tê amadekirin. Pirr girîng e ku mirov rûxîna jinê, weke pêwendîdar bi van herdu xwezayan re, tehlîl bike. Pêwîst nake zêde bê vegotin ku ne gengaz e ku jin di bin vê statuya dumend a xwezayê de di warên giyanî (ruhî) û bedenî de demek dirêj, weke zinde (zindî) û nehinciriyayî li ser piyan bimîne. Rûxîna fizîkî û giyanî di nava hev de zû pêş dikeve û jinê, di berdêla domandin û misogerkirina jiyana yên dîtir de, bi jiyaneke biêş, kin û bikeser (biderd), ber bidawiyê ve dibe. Pirr girîng e ku dîroka şaristanî û modernîteyê li ser bingeha vê rastiyê were tehlîlkirin û xwendin.
Em giraniya pirsgirêke di hêla jinê de li aliyekî bihêlin. A ku bandorên xwe yên girantir li ser tevahiya xwezaya civakî û jîngeha ekolojîk dide hîskirin, rehenda şêniya pirole ya mirovan anku ya [rehenda] pirsgirêka demografîk e. Yek ji waneyên herî bihgehîn ku pêwîst e jê bêne derxistin di hêla hem zanista jinê û hem hemû zanistên civakî de, ew rewş û rastî ye ku şêniya mirovan nikare bi rêbaza ‘fêrbûna navajoyî’ were berdewamkirin, mezinkirin û, hin rewşên awarte ne têde, biçûkkirin. Domandina nijadê bi rêbaza herî hoveber weke navajoyîtî, tê destekkirin bi rêbazên zanistî yên pêşxistî bi dirêjiya dîroka şaristanî û modernîteyê; vê yekê sedema bingehîn a zêdebûna pirole ya şêniyê ye. Tê wateya rewşeke pirr paşmayî ku cûreya mirov, weke xwezaya civakî, tenê bi rêyên navajoyî, bi taybetî bi dehfdana ajoya zayendî, heyîna xwe bidomîne. Asta wê/wî ya zeka û çand, potansiyelên wisa yên fêrbûnê jê re pêşkêş dikin ku karibe heyînên civakî di wesfên hîn pêşketîtir de bidomîne. Takekes û komcivak, bi zeka û çandên xwe, her wisa bi saziyên xwe yên felsefî û siyasî dikarin derfeta xwe jiyandina di demên herî dirêj de bikar bînin. Lewre, wê pêwîst neke ku nijad, bi rêya ajoya zayendî pirr bibe û were domandin. Çand û zekaya mirov ji mêj ve ye ku vê rêbazê derbas kiriye. Lewre, di bingeh de rêgeza karê ya şaristanî û modernîteyê, ji vê hoveberiyê berpirsyar e. Qet gûman jê nîne ku zêdebûna pirole ya şêniyê YEKDESTÎ Û DESTHILATIYA PIROLE ye û ew jî wekhev e li gel KARa pirole û mezîntirîn. Sedema ku cûreya mirov bi dîrêjiya dîrokê, bi rêya xwe pirkirina pirole, ne tenê civakê, lê jîngeh û xwezaya wê jî aniye ber şêmûga tunebûnê, teqez ji ber encama DANEHEVA KUMULATÎV (LODANE) A SERMAYE Û DESTHİLATÎ ye, lew re ji ber encama ZAGONA KARA MEZINTİRÎN e. hemû pêker/faktor û sedemên din duyemînî (talî) ne û di rêza duyemîn de rol dilîzin.
Wê demê, divê berpirsyariya bingehîn di destê jinê de be, di çareseriya pirsgirêka demografîk de, ku rêya sereke ya pêşîgirtina li rûxana ekolojîk e û ya çareserkirina pirsgirêka jinê ye, ku ji niha ve rehendên dêwane wergirtiye. û yekemîn merca vê jî, azadî û wekheviya tam a jinê ye; her wisa, mafê wê ye tam ê kirina siyaseta demokratîk e û di hemû têkiliyan de mafê wê yê tam ê gotin û vînê ye. Ji bilî van rastiyan, gengaz nabe ku rizgarî, azadî û wekheviya jinê, civakê û jîngehê bi wateya tam pêk werin. [Di vê rewşê de] elbet, şêwegirtînên siyaseta demokratîk û siyaseta konfederatîv jî gengaz nabin.
Tehlîlkirineke bi nav û deng a Hegel heye, Hegel behsa lîstokeke xwezayê dike. Dibêje “Dema çêlikek zindîwer çedibe li beramberî mirinê rêya xweparastinê esas digire, hilberrîna zindîweran derketina li dijî mirinê ye”. Yanî hilberrîn li beramberî tirsa mirinê nerazîbûnek e. Vê qanûna xwezayê hûn dikarin di avabûna gerdûnê de jî bibînin. Qeşaya mezin beramberiyê tarîtiyê li gorî min bi galaksî, roj, çêbûna stêrk, tîrêj hwd. bersiveke ji tarîtiyê re. Ev di mirov de vediguhere tiştekî cudatir. Mirov wer dihesibîne ku bi pirrbûnê xwe misoger bikin. Ev reaksiyoneke xweparastinê ye, lê bersiveke biyolojîk a herî paşverû ye. Li cem kurdan ev refleksa parastinê heye. Ji bo min tişta girîng ne pirrbûna biyolojîk e, hêla civakîbûyînê ye. Pirrbûna esasî bi civakîbûyînê re mumkin e. Li qadên civakî, siyasî, çandî, ekonomîk, yanî li her qadên jiyanê pirrkirina civakîbûnê girîng e. Di vê mijarê de mînaka Alman dikare fikrekê bide. Alman bi xurtbûna civakî, siyasî, ekonomîk ser zeîftiya biyolojîk digirin. Mêr û jinên alman jî pir xurt in. Lê hejmara zarokan a li cem wan weke ku li cem me ne bê kontrol e. Ji bo kurdan jî ne hilberrîneke biyolojîk a qeba, hilberrîna îdeolojîk, siyasî, civakî girîng e. Tişta ku em di PKK’ê de dikin jî ev e. Hûn rewşa ku çepa Tirk ketinê dibînin. Bi ajoyên biyolojîk xwe anîne çi halî, hûn dibînin. Lê li cem me Qendîl li wê derê ye. Qendîl navenda hilberrîna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî ye. Kurd jî li ser vî bingehî girîng e ku jiyanê esas bigirin. Ji bilî me ev rewş li cem serokên kurdan ên din nîne. Barzanî û Talabanî jî hilberrîna biyolojîk esas digirin. Cudatiya me di vê derê de ye.
Pirrbûna bê kontrol xweza û gerdûnê tune dike. Mêr û jin bi awayê civakî, ekonomîk û çandî divê xwe pirr bikin û bijîn. Li cem kurdan rûniştandina vê mêzandinê girîng dibînim. Tişta girîng bi awayê civakî, siyasî, çandî û ekonomîk mezinkirina jiyanê ye. Aha hûn rewşa pale, rêncberên çandiniyê ku vê nakin hûn dibînin, rewşa zarokên wan bikovan e.
Di rastiya xwe de min serî li şoreşgeriyeke li ser vî bingehî da. Min li dijî pergala heyî serî hilda. Li gorî min nîqaşkirina van mijaran, di her qadên jiyanê de nirxandin girîng e. Şaredarî dema projeyên xwe yên komînal pêş dixin divê li ser van mijaran jî hûrûkûr bibin. Ji bo ku zarok perwerdeya pêwîst bibînin divê her kes girîngiyê nîşan bide. Heke şaredarî vê bi ser bixin dikaren cewaziyekê biafirînin.
Azadî Nebe, Etîk Û Estetîk Nabe
Jin, bi ser de, weke hêmana serekîn a civaka exlaqî û polîtîk, di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de, weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pirr berfirehtir e. Gihaştîtiya rehenda zekaya wê ya hestî, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewre, estetîk, ku tê wateya xweşikkirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnewerî ye. Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û saw/erjenga şer; her wisa pîvanên mafdarî û dadwerî. Elbet, ez qala jina dûvelang (qûqla) û ya siya zilam nakin. A mijara gotinê, jina azad û wekhev e û ku demokratîkbûne hezm kiribe.
Di eniya jinan de potansiyela wekhevî û azadiyê ku bûye kombûneke mezin bi nirxên nû ETÎK û ESTETÎKê ku hewl bidin tevli pêşketinên civakî ya demokratîk bibin dê xwedî îfadeyeke pirr mezin be. Di vê hêlê de xitimînek heye. Çareserkirina wan û pratîkkirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Hem ji bo civaka netewî hem jî ji bo pêşengtiya herêmî ev hewcê ye. Bi jinê re jiyana demokratîk ku li ser bingehê wekhevî û azadiyê, jiyaneke bivê nevê ye. Lê ji bo vê exlaqê koletiyê ku pirr bi kûr ve çûye û jirêderxistina kapîtalîzma modern divê bi exlaqê azadiyê (ETÎK) û bi jiyana xweşik (ESTETÎK) bê bihurandin. Bi jinê re (lewma bi mêr re) rast (zanist-jineolojî), bisernexistina jiyana baş (etîk- bi helwest û serwextbûna exlaqê nû) û xweşik (pîvanên estetîkê yên nû, jiyana azad) bi sernexistina arasteyîbûna civaka sosyalîst re yek e. Jiyan û îdeaya sosyalîzma civaka demokratîk ku bi şoreşa demokratîk a jinê re nehatibe temamkirin xwe xapandinek e.
Jin nebe jiyan nabe. Azadî nebe etîk û estetîk nabe. Tevahiya jiyanê weke civakî û estetîk hûn ê destnîşan bikin. Jiyana ekonomîk, jiyana civakî, jiyana estetîk hûn ê înşa bikin. Û bi vî awayî me zilamên hov sererast bikin. Hûn ê ji xwe bawer bin. Sebra we heye, keda we heye, kêşînertiya we heye. Xebatên xwe li ser bingehê lêgerîna jina azad esas bigirin. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingehê jinê girîng e. Li Rojhilata Navîn hûn ji jinan re pêşengtiyê dikin, encax bi vî rengî hûn dikarin bibin rêber. Hurmeta ji jinê re ev e.
Nûnertiyeke Pajk’ê Li Ser Bingehê Jineolojiyê Heye
Mesafeya di navbera îdeolojî û sosyolojiyê de kin bûye. Cudahiya di navbera sosyolojî û sosyalîzma zanistî de jî kêm bûye. Danûstendina di navbera fikra îdeolojîk, sosyolojîk û sosyalîzma zanistî de yekparebûnek çêbûye û her ku diçe ber bi zanisteke civakî ya hevgirtî ve diberide. Di vê babetê de PKK di serê wan partiyên bi îdeal de tê. Hêza bingehîn a partiyeke sosyalîst bi rêjeya lihevbûna wê ya bi zanista civakî re tê pîvan. Hêza wê ya diyarker ji girêdana wê ya bi zanista civakî ye. Di kapasîteya wê ya îdeolojîk û sosyolojîk de payeya zanistî çiqasî bi pêş bikeve, di rola pêşengiyê de jî wê ewqasî bi pêş bikeve.
Bêyî ilmê civakî şoreşgertî yan jî veguherîna civakî, dikare bêyî hay jê hebe tevlî kuştin û xiyanetan bibe. Ji bo vê jî rêyek bi tenê heye, ew jî divê em ilmê xwe yê civakî ji destê hêzên îqtîdar-zanînê xilas bikin û ji nû ve pêk bînin; yanî divê em dibistanên xwe yên ilmê civakî û akademiyan ava bikin. Divê em zêhniyeta xwe ya li ser hîmê ilmê civakî bikin pişta polîtîkaya xwe. Belkî jî ji hemûyan girîngtir, divê em exlaqê civakî serwer û ferz bikin. Di polîtîka exlaqî de ya rast ew e ku mirov bi bawerî, sebir û îdîa heta dawiya rêya xêzkirî biçe. Divê mirov jê venegere, îxanet neke û ji bo van hemûyan bahane nebîne. Exlaq ew e ku zanista bi zêhniyeta me hatiye stran divê bi cîhana me re kêlî bi kêlî li hev bike. Jiyanek timî bi serwextî û têgihîştin be. Eger wisa be, wexta polîtîkbûyîn, zanist û exlaq dest bidin hevdu, bi giştî mirovatî û bi taybetî jî parçeyekî wê yê jê nabe gelên me yên herêmê di xizmeta wan de emê bibînin dozek me ya civakî ya nayê çareserkirin nîne.
Zêhniyeta partiyê divê ilmê civakî, exlaq û polîtîkayê timî bi hev re ji bo veguherîna civakê bi kar bîne ku heta bike rastiyek bi xwe bimeşe û heta di bin sîstema kapîtalîzmê de bijî ev yek hewce ye.Zêhniyeta hêza partiyê ya maneyê ye. Zêhniyeta partiyê divê li ilmê civakî pir baş serwext bibe. Ilmê civakî ku hemû pêşketinên zanistî digire nava xwe û di nava ilman de yê herî dawî bi nav dike, hêza rohnîkirinê ye, ji bo civaka veguherîna wê tê xwestin.
Di merheleya heyî de PAJK bala dunyyayê dikişîne. Li ser vê rewşê rojane ez hûrûkûr dibim. Jinên li çiyê, jinên li Rojava hemû divê vê bizanibin ku, hewldanên min ji bo şoreşeke jinê ye. Rewşa heyî aliyekî wê yê ku bê daqurtandin nîne. Nûnertiyeke PAJK’ê li ser bingehê jineolojiyê heye. Li Ewrûpayê jî konferansek hat lidarxistin. Lê ev pirsgirêk heye: Pirsgirêka civakî pirsgirêka kolektîf e. Aha ez ji bo vê etîk û estetîkê pêşniyar dikim. Xweşikahiya jinê ya di şexsê wê de min weke estetîkê destnîşan kir. Dema em bên ser meseleya etîkê jî, hûn ê bêjin “ez a xwe me”. Hûn ê bibin ya xwe. Hûn krîterên xwe çawa dibînin? Di çanda me de bi nêzîkatiya “Teqez tu yê bibî milk” nêzî jinê dibin. Dema tu li ber xwe didî tu tê kuştin. Aha PAJK ji van tevahî pirsgirêkan re divê bersiv û çareyê bibîne. Bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xerab bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşvebirin girîng e.
Rızgarıya Xwe, Nêzîkatiya Xwe Ya Huner Û
Xwejînê Lı Akademıyan Pêşde Bıbın
Akademî dikarin desteka rewşenbîrî û zanistî ya pêwîst bidin ji bo pediviyên ji nû ve avabûna yekîneyên civaka exlaqî û polîtîk. Di şûna ku saziyên yekdestiya fermî û taybet ji xwe re mînak bigirin, a guncavtir ew e ku xwe weke pêngavên resen/orîjînal ava bikin. Bi zarî/teqlîdkirina saziyên modernîteyê, dibe ku bidawîbûna wan a neserkeftî bi xwe re bîne. Dikare ji bo destpêkê were pêşdîtin ku xweser û demokratîk bin; ew bi xwe bername û kadroyên xwe çêbikin; xwendekarî û mamostetiya dilxwaz esas bigirin; karibe tim xwendekar têkevin şûngeha mamosteyan û mamoste jî têkevin şûngeha xwendekaran; her wisa her kesên ku îdea û armanca wan hebin, ji şivanên serê çiyan heya profesoran, karibin tevlî bibin. Dibe ku guncav be ku akademiyên di giraniya jinan de, di gel bi heman naverokê, lê her wisa ji bo aliyên xwe yên xweser bikin zanistî, çêbibin. Rizgariya xwe, nêzîkatiyên xwe yên huner û xwejînê bi akademiyan ve pêşde bibin. Hema bêje perwerdeyên xwe pêwîst e ku hûn bi xwe bikin. Perwerdeyên xwe yên îdeolojîk li dibistanên ku ava dikin li akademiyê bikin. Yek ji wesfên ku lê tê gerin ji bo tenê teorik nemînin, ew e ku bi rengekî piralî tevlî pratîkê bibin. Akademî di hêla cî û dem de bi rêya li ber çavgirtina pêdiviyên pratîk, têne damezrandin û xebitandin. Saziyên xwerû (sade) û dilxwaz in, çawa ku mirov di dîrokê de pirrî caran rastî wan tê (Agirgehên Zerdeşt li serê çiyan; bexçeyên Eflatûn û Arîsto; peyarêyên papûran ên Sokrates û Stoagiran; her wisa manastir û tekyayên çaxa navîn û wekî vana). Mirov dikare cî û deveran ji serê çiyan heya kuncikên taxan bibijêre. Bê gûman divê neyê gerîn li avahiyên ku delîlên desthilatiyan in. Demajoya perwerdeyan, mîna ya manastir û medreseyên sivil, dikare li gorî rewşa beşdarvanan û pirrbûna herikîna xwendekaran were destnîşankirin. Mercên sext en demê, weke saziyên fermî, ne pêwîst in. Lê nikare were hizirîn ku bi tevahî bêpar bin ji şêwe û rêsayan.
Bi dehan bi hezaran pirsgirêkên jinan hene. Vê encax bi akademiyê çareser bibin. Qehwexaneyekê, avahiyekê, qadekê bigirin li wê derê divê bi rojan nîqaş bên kirin û çareserî bên hilberandin. Li wan deran divê bibêjin “Kuştinên namûsê hene, em lêdanê dixwin, dijûnan ji me re dikin, divê em ji van re çareseriyê bibînin”.
Dîsa di vê akademiyê de ji sporê heta siyasetê, ji huqûqê heta felsefeyê, heta xebatên atolyeyê, xebatên çand hunerê di nav de dikare her cûre xebatan bike. Dîsa xebata vê akademiyê tevahiya derdoran bihewîne. Mînak xwendekarekî zanîngehê jî, xanimeke malê jî di van xebatan de cihê xwe bigire. Serdemekê Enstîtuyên Gundan hebû. Hewl dida xebatên dişibe vê bike. Lê Akademiya ku ez pêşniyar dikim, Enstîtuyan jî dibihurîne. Nav ewqas ne girîng e. Dikare bêje Akademî jî, Enstîtu jî. Malbat li derdora jinê tê avakirin. Jin hilberîner in. Bi tiştên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên ekonomîk çareser bikin. Mesele dikarin erdekî kirê bikin û çandiniya organîk bikin. Bi vî rengî ji bo çareseriya pirsgirêka betaliyê jî piştgiriya wan çêbibe. Xebata jinê heyecanê dide min. Jin dikarin bi xwe bawer bin. Li ser azadiyê hûrûkûr bibin tiştekî ku bisernexin nîne.
Hewcedarî bi kadroyên bawermend ku bi tezên zanistî xebatên biceger bikin heye. Divê miirov hertim xebatên ber bi pêşve diçe yên zanistî bimeşîne. Her mirovek divê lêkolînerek be. Girêdana wan a hestî pirr zêde wateya xwe nîne. Pêwîst e fonksiyonel be, divê xebatên sazîbûnê bê kirin. Pêwîst e sazîbûyînê heta dawiyê bê kirin. Wisa xwe vala bihêlin, weke îyodê be nabe. Saziyên zanist, çand û ziman girîng in. Kesên ku zanîna wan nîn be bi talûke ne. Ji bo zanînê jî asteke akademîk pêwîst e. Kesê ku zanîna wî nîn be têkoşîna wî bi talûke ye. Akademî sazîbûyîna zanistî ye, ne siyasî ye.
Li Rojava, Beyrûd û Şamê, li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bi awayê akademî û enstîtu divê xebat bêne meşandin. Gava ku hûn diavêjin, herêma ku hûn lê dijîn şoreşa neolîtîkê di maneya modern de difikirim ku tê maneya jinûve avabûna wê. Ne tenê weke jinên Kurd, bi jinên Tirk, Fars, Ereb û Ewrûpayê re hûn dikarin vê şoreşê belavî dunyayê bikin. Ev ne dînek e, çandeke, fikreke. Bi destpêkirina ji artêşbûnê re bawer dikim ku hûn ê pêl bi pêl belav bibin. Pêwîst e ku hûn rêxistinbûyînek guncav ku li gorî çand û qanûnên welatên cuda biafirînin.
Xwedıyê Rastî Yê Ekonomıyê Jın E
Wê bêhtir rast be ku zanista aborî jî weke perçeyek ji zanista jinê were pêşxistin. Derfetên xwedîkirinê yên li dora jinê pêş dikevin destpêka ekonomiyê ne. Xweza û jin di nava ahengeke lihevkirî de ne. Têgihiştineke dînê xwezayî yê zindî bi dayika xwedawend tê sembolîzekirin. Beşekî mezin a amûrên maddî yên hilberandinê, vedîtinên jinê ne. Li ser çanda xwedîkirin û cilûbergan jî mohra jinê heye. Aborî hîn ji destpêkê ve şêweya xebateke civakî ye, ku têde jin rola serekîn dilîze. Ji ber ku pirsgirêka xwedîbûyîna zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke jiyanî derdibirre. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “zagona malê û rêsayên debrandina malê” ye. Eşkere ye ku ev jî, karê bingehîn ê jinê ye.
Dibe ku seyr xuya bike, lê li gorî min, tevî hewldanên dagirkerî û mêtingeriyê hemûyan, xwediyê rastî yê ekonomiyê jin e. Eger em bixwazin ekonomiyê ji aliyê sosyolojiyê ve bi awa-yekî manedar bigirin dest, helwesta herî rast ew e ku em weke hêza bingehîn jinê bibînin; ew zarok di zikê xwe de hildigire, piştî anîna wî/wê, heta li ser piyan bisekine bi awayekî pirr zehmet xwedî dike. Pîşesaza xwedîkirinê ya malê jin e. Bersiva min sosyolojîk e ku ji rastiyê re bi hurmet e. Ji sedî sed ez têkiliya mijarê ji aliyê biyolojîk ve li ber çavan digirim. Jixwe tevî rola wê ya di şoreşa cotkariyê de bi berhevkirina pincaran a bi mîlyonan sal û ne tenê di hundirê malê de di gelek qadên ekonomiyê de jin hînê jî çerxê digerîne. Yewnanên antîk xwediyê anora danîna hîmê zanistan in; yewnanan ji ekonomiyê re qanûna malê, qanûnan jinê digotin. Vê yekê jî ev rastî beriya bi hezaran salan piştrast kiriye.
Rolgirtina jinê di navenda ekonomiyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji ekonomiyê fêhm neke, kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, ekonomiya ku zilamên tirtire li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika ti têkiliya xwe ya organîk bi ekonomiyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên ekonomîk bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin.
Piştî jinan di serî de cotkar, ji yên bi ekonomiya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên piçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji ekonomiyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku divê herî zêde bê rohnîkirin. Pêvajoyên şaristaniyê yên ku bi awayekî talana qadên jiyana ekonomîk û objeyên wê ne, çawa bû ku hatin rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên ekonomî tesfiye kirin, çawa çêbû ku weke hêmanên bingehîn ên ekonomiyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê ekonomiya kapîtalîst de dehşet û felaket tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta mirov bêje bes ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be.
Aborî ji destê jinê hatiye girtin û hatiye dayîn destê rayedarên wek axayekî, mîna selefxur, bazirgan, pere, sermayedar û desthilatî û dewletê; vê yekê bûye derbeya (lêdana) herî mezin li jiyana aborî. Aborî, ku hatiye dayîn destê hêzên dijberî aboriyê, hatiye kirin armanca bingehîn a desthilatî û mîlîtarîzmê û bi vî rengî, bi dirêjiya hema hema dîroka şaristanî û modernîteyê, hatiye vegûherandin bo pêker/faktora sereke ya şer, pêkdadan, alozî û pevçûnên bêsînor. Aborî di roja me ya îro de hatiye kirin qadekê lîstoka yên ku ti pêwendiya wan bi aboriyê re tine ye, ku bi rêya leyîstina bi perçeyên kaxizan, bi rêbazên xirabtir ji qumarê, nirxên civakî bi awayekî bêsînor xesp dikin. Pîşeya pîroz a jinê hatiye vêguherandin bo destegeh (îmalatxane), borsa û lîstokên fiyet (bûha) û faîzê (selef) ku hildiberînin makineyên şer; amûrên trafîkê, yên ku jîngehê anîne rewşa nejînbar [ku mirov nikare têde bijî] û berhemên negerek (fizûlî), yên kara ku zêde pêwendiya wê bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re tine ye, ku jin bi temamî ji vana hatiye jêderkirin.
Modernîteya Demokratîk Serdema
Şoreşa Jınê Û Şarıstanıya Wê Ye
Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratîk, spartî bi zanista jinê ku femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze. Bêyî ku mirov qîma xwe bine bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzîk de, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Eger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê [bi vî awayî] em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ku tevgerên femînîst ên heyî, ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberî sîstemê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, en bikok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rêyên watedar ên çareseriyê.
Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên serekîn bihesîbîne ku hem were pêşxist û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne.
Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.
Pêwendiya ku ez bi jinê re datînim pêwendiyeke cuda ye. Rewşa ku jina hatiye xistin qebûl nakim. Çembera koletiyê neyê şikandin bûyera eşq û hezkirinê pêk nayê. Ji Qendîlê re jî min ev pêşniyar kiribû. Divê sosyolojiya eşqê bê zanîn. Li çiyayên êzîdî ew qirkirin neyê rawestandin maneya wê eşqê jî tine. Di şert û mercên burjûvaziyê de ti taybetmendiya eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana ji bo van girêdaneke bi esîl e, lê heke jiyaneke azad nebe ti maneya wan nîne. 30 sal in destgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyaloga min a bi jinê re peymana min girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştinan jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be. Divê hûn bi kûranî bigirin dest. Di nameya ji min re hate nivîsandin de ji bo balkişandina min a nebesiya hezkirinê bi diljêmayînekê mînaka gula berbero dane. Lê li gorî min ev pirr ne watedar e. Nebata ku berê xwe dide rojê cuda ye. Em civak in, rewşa me cuda ye. Bêrîkirinên civakî girîng in.
Ez dizanim ku jin ji min hêzeke mezin werdigire û ez jî xwe weke rêhevalekî wê yê çareseriyê dibînim. Çanda serwer a zilam ku 5 hezar sal in, çandeke tecawizkar e. Ez weke hêmanekî eşqa platonîk jî amade me ku pêwendiyê daynim. Jina 9 hezar salan hilweşiyaye. Li ber şaredariya Amedê hilweşiyaye. Em hewl didin vê weke jina azad rakin ser piyan. Mînaka zilamê Amedê heye. Tam cinawirek e. Cewher û kulîlka tevahiya xebatên me yên muzakereyê xebata jinê ye. Meseleyeke çandî sosyolojîk e. Axaftina min a bi dewletê re jî projeya civaka demokratîk hevgihandina bi dewleta demokratîk re ye. Min mînaka gula berbero nirxandibû. Ev, min tetmîn nake. Pêwendiyeke çawa ji min tê xwestin. Ew girîng e. Tarzê jiyanê divê veguhere tarzê jiyana civakî. Ez qasî ku hûn nafikirin ji we hez dikim. Lê hûn jî wêrek bin, pêşve biçin, hewcedariya we bi pêşveçûyînê heye.
Azadî ji nan û avê hêj bi nirxtir e. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikahiyê bi biharê re weke tavekê hûn ê biafirînin. Jina bi îrade, bi wêrek, ya xweşik dunyayê feth dike. Ez ji bo we dijîm.
Girêdayîna jinê ya ji bo min bi nirx e, lê ev ji bo min kul û derdekî mezin e, giran e. Du pêwendiyên jin-mêr ên serkeftî hebe her tişt dikare biguheriya. Bila ev şaş neyê fêhmkirin. Li vê derê ji bo bihurandina hevrezan, balûpaliya deryayan, ronîkirina tarîtiyan divê eşq hebe. Emperyalîzma çandî jî vê dike. Aha di wan fîlman de, di sînemayê de hertim eynî tişt heye. Ez dibêjim sînemaya sîxur. Rewşeke ku ferd dike dijminê komînaltiyê, civaktiyê heye. Li ser bingehê ku min gotiye bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşve bibin girîng e. Jin bila ne min biçûk bibînin ne jî derxin asta xwedatiyê. Hezeke min a ciddî heye, wê weke piştgiriyê dikarin hîs bikin.
Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibûn. Vê nêzîkatiyê rê vedikir li hezkirinê bi xwe. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Pirraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de ti cudahiya xwe tineye.
Bi kurtî ez gihiştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pirr hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike