NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daketin qadan. Ciwanên ku kolan bi hêrseke mezin tije dikin, li gelek deverên Ewropayê çalakiyan li dar dixin. Endamên TCŞ û TekoJIN bi çalakiyên xwe bang li hemû ciwanên Kurd kirin.
Darmstadt
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, ciwanên TCŞ’ê daketin qadan, bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Gerîla” êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.
Luzern
Li Luzern a Swîsreyê ciwan daketin qadan. Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bê navber dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” “Gerîla Bijî berxwedana” qîr dikin.
Ciwanên ku çalakî li dar xistin bang li hemû ciwanên Kurd kirin.
Bang bi vî rengî ye;
“Dewleta Tirk a dagirker niha bi awayekî hemwext gelek nuqteyên Qendîl, Zirgan, Kobanê, Şehba û Dêrikê bombe dike. Bi van êrîşên nemirovane yên dewleta Tirk a faşîst tê dîtin ku polîtîkayên xwe yên îmha û qirkirinê li ser gelê Kurd daye meşandin. Em vê êvarê bi her awayî bang li ciwanên Kurd dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi ruhê serhildanê dakevin qadan.”
‘Divê ciwan rola xwe bilîzin’
“Bi piştgiriya berxwedana bênavber a gerîlayên azadiyê yên li Zap, Avaşîn û Metînayê, em bang li ciwanan û gelê xwe dikin ku ji bo pûçkirina vê êrîşa li Kurdistanê rola pêşengiyê bilîzin. Li herêma ku em lê ne, li her taxê em lê ne divê em bikin qadên çalakiyan.”
Dusseldorf
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kobanê û Rojava ji saet 00:00’an pê ve gelê Kurd, ciwan û jinên ciwan herikîn qada li ber stasyona trenê ya Dusseldorfê.
Piştî axaftinê dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Kobanê/Rojava”, “Es lebe der Widerstand der Gerilla” û “Es lebe Ocalan” hatin berzkirin.
Çalakî bi qasî saetekê dewam kir.
Creil
Ciwanên li bajarê Creîl ê Fransayê daketin qadan û bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn û hemû ciwanan kirin ku dakevin qadan û tevlî çalakiyan bibin. Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Le Painter
Li bajarê Le Painter ê Fransayê, ciwan û gel ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û bang li her kesî kirin.