REQA-Meş bi tevlîbûna xelkê herêmê û endamên saziyên civaka sivîl li navçeya Kesradan pêk hat. Meş li navbera rêya Kesradan û Tebqayê destpê kir.
Di meşê de al û posterên şehîdan hatin hildan.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kesradanê Ehmed Hemûd axivî. Hemûd di serî de êrîş şermezar kir û bal kişand ser bêdengiya hêzên gerantor ên li herêmê. Dîsa Hemûd qala rola van hêzan a li êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.
Hemûd anî ziman ku êrîşên Tirkiye ji ber zeîfiya wê ye û bi van êrîşan dixwazin vê yekê binixûmînin.
Piştî axaftinan meş bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.