MEXMUR- Îro danê sibehê di demjimêr 08:00’an de li Warega Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Li salona konferensê 4’emîn Kongireya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi şiara “ Bi rihê serhildana demê , emê tecrîdê parçe bikîn, şoreşa jin ava bikin” bi beşdarbûna 250 delegeyan sazî, peymangeh, mêvanên ji derve û her wisa bi tevlîbuna jinên ciwanên wagehê destpê kir.
Salon bi alên PKK, posterên Rêberê Gelan Abdulah Ocelan, Şehîd Ruken, Şehîd Sara û Şehîdanê Şoreşa Jin û her wiha bi rengê jinên ciwan salon hatiye xemilandin. Kongire bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevehî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpê kirin.
Piştî rêzgiritin hilbijartina diwana kongirê hat pêkanîn, axaftina vekirinê ji aliyê kajin ozek ve hat kirin Kajin Ozek bal kişand li ser şorşa jin û got: Bi rihê sara, rokenan, helbestan û jina amînî bi silogana “jin jiyan azadî” emê tekoşîna xwe bilitir bikin. Piştî axaftina Ozek qediya, diwan, roniştina piştî nivro hat niqaşkirin, perspektifên Rêberê Gelan Abdulah Ocela di derheqê jinê de hat xwendin , rapora kar û xebatê 3 salan ya TJCM’ê hat xwendin, pêşnumebiryar û tozuk hate xwendin, sinevzona ji aliyê jinên ciwan ve hatî amadekirin pêşkeşî delegeyan hat kirin, Peyama Komelê Jinên Ciwan Hat gohdarkirin û her wisa kongire navber hat dayîn.
Piştî rojeva siyasî navbera nivro hat dayîn û her wiha di demjimêr 13:00’an de Kongre bi rewşa rêxistinî berdewam dike.