NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo bersivdana êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) du çalakî li dijî artêşa dagirker li dar xist.
Hêzê di daxuyaniyeke xwe de detayên çalakiyên xwe parve kirin:
“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe bê navber li hember heremên me didomîne. Di rojên dawî de bi êrişên hewayî hîn zêdetir kiriye. Di van êrişên hewayî de ku du roj in berdewam dikin bi piranî cîhûwarên welatiyên sivîl tên hedef girtin û di encama van êrişan de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li hember van êrişan ji aliyê hêzên me ve di roja 20`ê Mijdarê de du çalakiyên tolhildanê hatin lidarxistin.
Çalakiya yekemîn li hember karakola Oncupinar a polîsên taybet (POH) hat lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de 1 jê komîser 3 POH hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Çalakiya duyemîn li herema Marê li hember baregeha Dabik hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”