NAVENDA NÛÇEYAN- Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqa meşek bi meşaleyan li dar xist û êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyên şermezar kirin. Ciwanan teqez kir ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin.
Şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, nivîsgeh û komîteyên jinan ên girêdayî wê, meclisên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî tev li çalakiyê bû.
Beşdaran alên jinên Ciwan, ciwanên şoreşger, meşale û pankarên; “Em dê piştgiriya hêzên xwe bikin”, “Lekeyeke şermê li eniya rejîma faşîst a Baas e”, hildan. Her wiha gelek slogan berz kirin û berxwedana gel, gerîla û QSD’ê silav kir.
Meş li çarxerêya Meyselon a taxa duyemîn rawestiya.
Li wir daxuyaniyek bi navê Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger hate dayin, daxuyanî ji aliyê rêveberê Meclisa Ciwanên Şoreşger Diyaa El dîn El Mihemed hat xwendin.
Di daxuyaniyê de şehîdên topbarana dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin bibîranîn û îşaret bi sûcên dewleta Tirk li herêmê, hat kirin. Her wiha banga yekitî û hevgirtina li hember êrişên dagirkeriya Tirk hat kirin.
Di dauxyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê li hember wan êrişan bibin mertal. Te ev şer dest pê kir, lê dawiya wê, dê bi destê me be. Heke şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, em dê li Enqereyê bi ragihandina şerê gel ê şoreşgerî, bi dawî bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina silogana “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
MINBIC
Bi dehan ciwanên Minbicê û endamên rêxistinên ciwanan ên partiyên siyasî li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyeke bi meşalayan li dar xist û êrşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Xwepêşandana bi maşelayan li navenda bajêr dest pê kir û ber bi çerxerêya şehîd Feysel Ebû Leyla ve bi rê ket. Li wir endama Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Emîne Osman bi navê ciwanên bajêr aixvî û got: “Dewleta Tirk a dagirker stratejî û çîrokên nerast dihûne û amade dike.”
Emîne Osman wiha domand: “Duh dewleta Tirk senaryoya parastina ewlehiya neteweyî derxistibû pêş. Îro jî bi bihaneya teqîna Stenbolê şerê xwe yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ji dema rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê ve pêk tîne, didomîne.”
Emîne wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên borî de sûcên şer pêk anîn, binesazî û nexweşxaneya COVID-19 a Kobanê bi taybetî hedef girt. Her wiha ekîbên ajans û kanalên televîzyonê yên ku rastiyê radigihînin bûn armanca topên wê ku di encamê de Îsam Abdullah şehîd bû û gelek kes birîndar bûn, ev jî kiryarên dermirovî ne.”
Emîne Osman bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hember van êrişan şermezar kir û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bêhtir li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin da ku destkeftî û xaka herêmê biparêzin.
Xwepêşandan bi teqezkirina piştgiriya QSD’ê û girêdana bi xakê bi dawî bû.