MEXMUR – Li salona konferensê 4’emîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi şiara “ Bi rihê serhildana demê , emê tecrîdê parçe bikîn, şoreşa jin ava bikin” bi beşdarbûna 300 delegeyan sazî, peymangeh, mêvanên ji derve û her wisa bi tevlîbuna jinên ciwanên wagehê bi dawî bu.
Salon bi alên PKK, posterên Rêber Apo, Şehîd Ruken, Şehîd Sara û Şehîdên Şoreşa Jin û her wiha bi rengê jinên ciwan salon hatibu xemilandin.
Piştî navbera nivro Kongreya Jinên Ciwan, bi niqaş û nirxandinên rewşa rêxistînî berdewam kir. Piştî ku tuzik hate xwendin ji aliyê mamoste Pakistan ve axaftina dawiyê hate kirin. Pakistan 4. Kongereya inên ciwan ên Mexmur li Rêbertî û şehîdan pîroz kir û got: ‘’Di rewşa ku em îro de jiyan dikin rewşek awarteye û li her derê êrîş hene bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê şehîd jî hene di vê demê de kongre encam dan nirxek e.’’
Piştre jî meclis ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin û soza kar û xebat dan. Herî dawî jî endama meclisê Selma encama kongrê ragihand.