BEHDÎNAN – Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dikeve 45. saliya xwe. PKK çawa ku weke tevgerekê ciwanan ava bû hîn jî bi vî rihê berdevam dike. Li ser vî esasî gerîla Derwêş Tolhildan ji ajansa mere axivî û got; ” Kurd zindîbûna xwe jiyana xwe, nasnameya xwe, hemû tiştê xwe em deyndarê Rêber Apo’ne, deyndarê PKK ne. Ji bo wê îro gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û nêzîkatiya Rêber Apo ya li ser azadiya jin derketiye serhildanê.”
Dîsa Derwêş Raman serhildanên li Rojhilat û İranê kir û bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir û got “Gelê Kurd ger dixwaze xwe biparêze û derketinekî pir mezin çêbike yek rêya vî heye ev jî tevlîbûn e, tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ye.”
Ger kû iro gelê Kurd di dinyayê de deng vedidin bêguman ev tesîra PKK, tesîra fikr û felsefeya Rêber Apo ye
44. salvegera Parti (PKK) li Serok Apo û hemû gelê Kurd û însaniyêtê pîroz dikim. Bê guman 44 sal şerekî bê eman, têkoşînekî bê hempa heta rojame ya îro hatiye dimeşe. Ev têkoşîn, ev şer bi rih û felsefeya Rêber Apo heta roja me ya îro hatiye. Bi rastî jî avabûna PKK taybet ji bo gelê Kurd weke mîladekê çêbû û mezin bû. Wê yêkê em dikarîn bêjin li ser dinyayê tesîr çêkir. Demekî ku gelê Kurd di bin reşahiyekê de bû, di bin zilmê de bû PKK weke çirayêkî ji bo gelê Kurd derket û ev yek gav bi gav ji bo mirovahiyê mezin kir û bû malê mirovahiyê. Heger ku em îro behsa gelê Kurd, behsa azadiya gelê Kurd dikin, hewl dayînên azadiyê û serhildan hene û îro Kurd di dinyayê de deng vedidin bêguman ev tesîra PKK, tesîra fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Îro roj ger li Zap, Metina, Avaşîn şerekî evqas dijwar, neyarekî wisa bi hemû teknîk bi hemû teknolojiya serdemê yaku alîkariya dewletên navnetewî de tê ser me, li wîr de berxwedanî çêdibê li saya vê fikrê ye, li wê rihê ye. Ew fikir,ev rih, ev bawerî Rêber Apo çêkir, di me de, di partiyê de avakir û eynî wisa eger ku li çar parçeyê Kurdistanê gelê Kurd li xwe xwedî derdikeve û dibêje em hene em serbikevin disa tesîrê Rêber Apo ye. Divê esas tesîr buye û wisa berdevam dike.
Gel bi şîara “Jin Jiyan Azadi” derket meydanan
Weke mînak li Rojhilatê Kurdistanê îro serhildanek heye; Gel bi şîara “Jin Jiyan Azadi” derket meydanan. Weke ku em ji bîr nekin sala 99 çawa bi esareta Rêber Apo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Rêber Apo û nirxê xwe yê manevî xwêdî derket û derketinekî pir mezin çêkir îro roj jî bi eynî şewazî, bi fikir û felsefeya Rêber Apo disa derketiye meydanê û li xwe xwedî derdikeve. Bê guman tesîra fikir û felsefeya Rêber Apo em dikarin bêjin ku li ser gelên Îranê jî, li ser Îranê ê ku niha hûndir de berxwe didin û di nav serhildanan de ne tesîra felsefeya Rêber Apo di vîr de jî heye.
Bes tiştê esasî ku em bêjin û em bal bikişînin ser, gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku bikarîbê di vê serhildanê de bibe xwedî heq, bibe xwedî maf û têkoşîna xwe daha zêdetir mezin bike. Daha zêdetir xwedî lê derketin li fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Çima vî dibêjin ji ber ku yê ku gelê Kurd bi dinyayê re da nas kirin yê ku gelê Kurd carekedin zindî kir, rih da Rêber Apo ye. Ji bo na wê gelê Kurd zindîbûna xwe jiyana xwe, nasnameya xwe, hemû tiştê xwe em deyndarê Rêber Apo’ne, deyndarê PKK ne. Ji bo wê îro gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û nêzîkatiya Rêber Apo ya li ser azadiya jin derketiye serhildanê.
Ciwan bi avayekî radikal tevlîbibin
Bangawaziya me ji bo ciwanên Rojhilat, ji bo ciwanên ku îro serî hildane, wê sîstemê qebûl nakin, wê sîstemê red dikin re yek bangawaziya min heye ev jî bangawaziya tevlîbûyînêye. Gelê Kurd ger dixwaze xwe biparêze û derketinekî pir mezin çêbike yek rêya vî heye ev jî tevlîbûn e, tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Îro ger ku li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedanî ewqas mezine û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi vê şîarê bi vî xwedî derketina li vê berxwedaniyê derketiye vê yekê dikare hîn zêdetir bilind bike, vê yekê dikare hîn zêdetir mezin bike û bi tevlîbûna xwe, bi radikalbûna xwe ya tevlîbûnê dikare bersivekî pir mezin bide dagirkerên liser Kurdistanê. Dikare bersivekî pir mezin bide ev kesên ku dibêjin gelê Kurd miriye, gelê Kurd nikare carek din şîn bibe. Dikare bi vê bersivekî pir mezin bide wan dagirkeran û nîşan bide ku gelê Kurd hem şoreşa Kurdistanê û hem şoreşa însaniyetê liser fikir û felsefeya Rêber Apo li hemû dinyayê mezin bike û pêş bixîne û em hevîdarin ku gencê ku, jin, ciwan, yê gelê Kurd taybet Rojhilatê Kurdistanê bi vê yekê daha zêde radikaltir pengavekî mezintir û li şehîden xwe zêdetir xwedi derkevê û tevlî soreşa gelê Kurd bibe.
NC// Zerya Bagok