SINE – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 10 hefte ne serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” didome.
Bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan, ji bo rûxandina desthilatdariya li dijî jinê û desthilatdariya dewleta dagirker pêngaveke nû tê avêtin. Caşe Rawa pêngaveke nû ye di van serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji aliyê ciwanan ve ji bo cezakirina caş, xayîn û sîxurên dijmin destpê kiriye Di van 3 rojan de zêdetirî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, ciwanan xwîna şehîda xwe re kirin rêberê xwe û eniyên xwe yên pêşiyê xurt dikin ku li hember her êrîş û milîtarîzekirina Şoreşê ji alî yên sopayê terorîsta pasdaran bisekinin. Mehabad û Ciwanro bûye qibleya serhildanên rojhilat û Îranê.
Di vê çarçoveyê de komek ciwanên Sine ji bo piştgiriya Mahabadê û rewşa van kesan çalakiyek li dar xistin. Çalakiya ciwanan li dijî avahiyên parlemantoya ne demokratîk ên rejîma xwînmij a Îranê pêk hat û ev avahî bi molotofan hatin şewitandin.
Ciwanan li ser rêya şehîdan sond xwar ku ji vê şoreşê dernekevin û tola şehîdan hilînin.