KOBANÊ- Xwepêşandan ji qada Jina Azad ber bi çerxerêya Aştiyê ve dest pê kir û ciwanan, “Bimire dewleta Tirk a faşîst”, “Berxwedan jiyan e” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.
Li wir, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê a herêma Firatê Mihemed Mehmûd bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin eniyên şer û xaka xwe biparêzin.
Mihemed Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê herêmê bi rêya êrişên xwe qir bike lê ew dê li hember planên wê bisekinin û dev ji xaka xwe bernedin.
Xwepêşandan bi siloganên “Bimire Faşîzma Tirk” û “Berxwedan Jiyan e” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.