REQA- Ciwanên Ereb ên li hev kom bûn, bi sînevîzyonekê gerîlayên ku bi çekên qedexe û kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbûn, bibîr anîn.
Li vir li ser navê ciwanan Ela Reqa axivî. Reqa bal kişand ser erk û mîsyona ciwanan a di têkoşînê de û got: “Divê ciwan bi erk û rola xwe ya pêşengtiyê rabin.”
Her wiha Reqa qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û wiha domand: “Dijmin êrîşî hemû netewan dike. Divê em ciwanên Kurd û Ereb xwedî li axa xwe derkevin. Bibin pêşeng.”
Çalakî bi dirûşman dawî bû.