MEXMUR-Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TJCM-TCM) de bi çalakiyek 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûr pîrozbahiya salvegera 44’emîn ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) de bi gera wesayîtan a di nava wargehê de 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin. Wesayîtên hemû bi al û posterên Rêber Apo hatibûn xemilandin. Gera wesayîtan a li semta Şehîd Xebat li ser germavê sekinîn û li wir ji aliyê TJCM-TCM’ê ve daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Şevîn Taş ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Weke tê zanîn Partiya Karkerên Kurdistan, tevgera azadiyê 44 sal li pey xwe hişt, dikeve sala xwe ya 45’emîn. Kurdên ku ketibûn xewa giran de ji her tiştî bê maf zilm û zext lê dihat kirin û ber bi tinebûnê ve diçû, her wiha dewleta Tirk û qirker xeyalê Kurd û mirovahiyê binax kiribûn. Reş û tarîtî li her Kurdekî dabû ferzkirin. Di pêvajoyek wisa zor û dijwar de Rêber Apo bi avakirina PKK’ê mudaxeleyî vê dîroka şaş û qirker kir. Di heman demê de PKK’ê li hemberî dewletên dagirker, hêzên xayîn û xwefiroş bi hebûna xwe hêzekî tolhildanê ava kir.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’,’Bijî Serok Apo’ û bi pêxistina agir û gerandina govendê bi dawî bû.