MEXMUR- Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya roja têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê, bi dirûşma ‘Bi ruhê Jinên şoreşger em ê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşîn’ meşiyan.
Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya roja têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê meşiyan. Meş bi amadebûna tevahî jinên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bêjî Hêza jinê’ û ‘Jin Jiyan Azadî Sara, Rojbîn, Ronahî’ hatin bilind kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bi ruhê Jinên şoreşger emê li hember hemû rêbazên dagirkeriyê têbikoşîn’, ‘Jin Jiyan Azadî’, posterên Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên şoreşger hatibûn bilind kirin.
Meş heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir, li wir daxuyaniyek hat dayîn û kurte şanoyek hat pêşkêş kirin. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê jinên Wargehê Nûran Sezgîn axivî.
Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de balkişand li têkoşîna jinan ya li dijî desthildaran û wiha got: “Divê pêvajoyê de têkoşîna jinan gihiştiye asta herî jor. Hişmendiya di sala 1960’an li Komara Domînîk hersê xwişk qetil kirin di sedsala 21’an de jî li ser kare. Li Rojhilta Navîn bi fikrê Rêber Apo wê ev hişmendî bê tinekirin. Berxwedana her sê xwişkan ya li hember dagirkeran bûye bingihê têkoşîna jinên şoreşger. Bi heman awayî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo tevahî jinên cîhanê bûne mînak.”
Piştî daxuyaniyê kurte şanoyek bi navê ‘Jin Jiyan Azadî’ hat pêşkêş kirin û meş bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û tililiyên dayîkan bi dawî bû.