RANYA – Bi boneya 25’ê Mijdarê ji aliyê jinên ciwan li bazara Ranya çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî danê nîvro ji aliyê Jinên Ciwan ên Têkoşer ve bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, jin jiyan azadî” hate destpêkirin.
Di heman demê de belavokên ku ji aliyê jinên ciwan ve hatibûn amadekirin, her wiha pirtûkên ji bo hişmendiya jinan ên wekî Şehîd Sara, Şehîd Viyan, Jineolojî, Jiyana Azadiya Jinê, Rêbertiya PKK’ê Rêbertiya Jina Azad e, Kovara Jinê û hwd. hatin belavkirin. Wêneyên jin û şoreşgera mezin û edîtora Jineoloj Nagihan Akarsel, rêheval Sara û gerîlayên pêşeng ên bi çekên kîmyewî şehîd bûne hatin vekirin.