BEHDÎNAN- Endama Komalên Jinên Ciwan Ronahî Kurdistan girêdayê salvegera PKK ya 44’emin ajansa me re axivî û behsa têkoşîna Rêber Apo ya ji bo têkoşîna Azadiya jin kir. Ronahî Kurdistan dawî’de bangawazi ya jinên ciwan û ciwanan kir ku werin tevlê hemleya “Werin Cenga Azadiyê” bibin.
Di serî de 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li Rêber Apo pîroz dikim. Li şehîdên şoreşê tevahî hevalên ku niha di çeperên şer de li wan jî pîroz dikin û tevahî gelê me yê welatparêz û gelê me yê di welat û derveyî welat pîroz dikin. Tevahî ciwan û jinên ciwan pîroz dikin. 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ev sal jî him hevalên me di çeperên şer de li Zap, Avaşîn û Metîna bi berdewamî berxwedaniyekî mezintir dane meşandin , bi berdewamî qehremantiyak dane meşandin û heta niha jî heta vê kêliyê jî di çeperê şer de li berxwe didin. Bi rihê ku partiya me PKK’ê destpêkir û heyanî vê rojê diçe ev rih mezintir dibe û berfireh dibe û tekoşîn û berxwedaniyek mezintir bi rê ve diçe.
PKK’ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo tu carî nakeve
Di kesayetê her hevalekî de, di kesayetê her şehîdekî de me ev dît û me ev jiyan jî kir û li himber dijmin jî bi qehremantiyekî pir mezin şer kirin û heta dawî bi rihê Apocitî berxwedan û şerekî mezin jî bi rêve birin û serkeftinekî mezin jî bi destxistin û qezenc kirin. Dane îsbatkirin ku PKK’ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo tu carî nakeve û tu carî jî ne serî ditewîne tu carî bin nakeve û ev dan îsbat kirin û nişan dan. Li himber dijmin jî her kêlî bi kêlî jî ev dan îspat kirin jî. Him ji bo gelê me him ji bo tevahî ciwanan him ji bo tevahî însaniyetê bi qehremantiyeke pir mezin ku însan her çiqas behsê bike nikare bîne ser ziman lê van hevalna di kesayetê xwe de di seknê xwe de di şerê xwe de di moral û motivasyonê xwe de di her kêliyê ku tê de şer dikirin her berxwedaniya ku pêre diman di rêhevaltiyê xwe de dan nîşan dan. Ku ev rihê PKK’ê destpêkir.
Me serkeftinên pir mezin jî bi destxistin
Di sala 1978 an de çawa ku PKK’ê Rêber Apo û çend hevalan biryar dan bi rihê heval Heqî Partiya Karkerên Kurdistan destpê bikin, biryar dayina ava bûna partiyê dan, bi rihê heval Heqî destpê kirin rihê rêheval Heqî jî heya niha di her hevalekî de ku şer jî dike her hevalê ku şehîd jî ket mirov vê dibîn e û moralekî jê digre. Mirov dikare vê bîne ser ziman bêje jî ku berxwedaniya ku niha li Îmralê tê kirin. Berxwedaniya ku Rêber Apo dike, berxwedaniya ku bi rastî me di şexsê her hevalî de jî dît. Bi vî rihî ku tevdigeriya di çeperên şer de di her kêliyê de ji ber ev rih her ber dewam kir. Bi rastî jî me wek PKK’ê me serkeftinên pir mezin jî bi destxistin.
Emê her 24 saet an jî nav şer de bin
Li himber teknîkên ku dijmin li beramberî me jî bi kar anî li çiyayên azad jî bi kar anî, me dît ku hemî vala derketin. Her çiqas bi çekên qedexekirî bi çekên herî giran li beramberî gerîlayên azad li çiyayên azad de bikaranîn li her çeperîde li herderêde bi kar anîn, lê tu carî jî gerîla serê xwe netewandin, gerîla her ev berxwedanî dane meşandin. Bi tekoşînek mezin bi moraralek mezin ev berdewam kirin. Mirov dikare wisa dest bigre. Him berdewamiya ava kirina partî mezin ev berdewam kirin. Mirov dikare wisa dest bigre him berdewamiya avakirina partî heta niha jî ev dide nîşan dan ku ev rih tu carî her çiqas biçe çiqas sal jî biçin sed sal jî biçe wê ev rih her hebe wê her jî berdewam bike. Heyanî ku em azadiya xwe bi dest nexin wek partî wek şexis jî heyanî ku azadiya xwe bi dest nexin heyanî ku em azad nebin heyanî ku em Rêberê xwe ji zindana Îmraliyê bi fîzîkî azad nekin emê tu carî nehêlin ku dijmin rehet tevbigerin rehet birazê. Deqeyekê em nahêlin ku dijmin rihet be. Em jî tu carî rihetiya xwe ji bo xwe jî qebûl nakin. Emê her 24 saet an jî nav şer de bin jî emê her 24 saet an jî tekoşîna wê bikin ku Rêber xwe bi fîzîkî ji zindana Îmraliyê azad bikin. Em misoger pêwîste Rêberê xwe re azad jiyan bikin. Li derve li nav orteya Kurdistanê li Amed dê de jî em bi Rêberê xwe re jî li çiyayên azad de jî bi Rêberê xwe re jiyan bikin. Emê vê muheqqek jî pêk jî bînin. Bi 44’emîn salvegera PKK’ ê ye emê vê pêk bînin ev jî soza me ye. Him li himber xwen û xeyalên şehîdan, him li himber Rêberê me jî emê Rêberê xwe jî azad bikin fîzîkî emê xwen û xeyalên şehîdan jî pêk bînin. Wekî em hemî jî dizanin ku qomploya navnetewî kete 25 saliya xwe de.
Em bi îsrar jî dibêjin û emê Rêber Apo azad bikin
Ev 25 sale Rêberê me; Rêberê gelê Kurd, Rêberê netewî, Rêberê îsaniyetê, Rêber Apo di zindanê deye. dem hatiye ku li gor mafên hiqûqî rêber APO ji zindanê dekeve lê em dibînin her ev tê talûx kirin tê winda kirin û her dixwazin vê talûx bikin ku sankî Rêber Apo ceza hatine ser girtin. Em dibînin ku ev qomplo hemî dest têdene ku Rêber Apo azad nebe ji zindanê, lê em bi îsrar jî dibêjin û emê Rêber Apo azad bikin ji zindanê. Bi têkoşîna xwe, bi berxwedaniya gerîla ya ku niha çar perçê Kurdistanê bi awayekî pir dijwar jî serî hildidin. Ruxmî ewqas dijwariya dijmin ruxmî ewqas êrîşê dijmin hene li Bakurê Kurdistan, li Îran jî îro em dibînin wekî ku Rêber Apo jî got “Sedsala 21’emîn sed sala jinê ye wê jin sed sala 21’emîn jin xwe azad bike wê jin ber bi azadiyê ve biçe” Îro em vî ber çavan dibînin.
Him li Rojhilatê Kurdistanê, him li Îranê jî bi şehîd xistina Jîna Emînî destpê kir. Lê em dibînin îro bi hezaran kesan û zêdetir jî ji mêr bigre, ji jin bigre, bi silogana “Jin Jiyana Azadî” destpê kirin û em dibînin serhildanekî pir mezin heye li him ber desthilatdaran, li himber zihnîyeta mêtîngerî, li himber zihnîyeta ku 24 saet xwe ferz dike, dixwaze him jinê bitepisîne di nav civakê de. Lê em vê pir ber çavan dibînin, sedsala 21’emîn jî dibînin ku jin êdî gihîştiye wê astê ku fêm dike ku pêwîste azad bibe, pêwîste berê xwe bide azadiyê.
Gavên ku çûndina ber bi azadiyê diçe
Êdî jin vê ji xwe re qebûl nakê, koletî ji xwere qebûl nake, bêdengî ji xwere qebûl nake. Êdî jin berê xwe dide ber azadiyê, berê xwe dide ber riya rast, riya heqîqetê. Ev jî ji fikir û felsefeya Rêber Apo ku destpê kiriye dûr nîne qut jî nine. Ev berdewamiya fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku destpê kiriye ya ku gotiye pêwîste jin xwe azad bike. Pêwîste jin ji nav jiyana koletî derkeve ber bi jiyana azad were pêwîste jin jiyana xwe hemî li çiyan berdewam bike. Jin pêwîste koletî ji bo xwe qebûl neke, jin pêwîste ji bo xwe serî tewandin qebûl neke. Êdî jin pêwîste ji bin vê zihnîyetê derkeve jin pêwîste îradeya xwe derxe pêş îro em vê pir net ber çavan dibînin. Rojhilatê Kurdistan serhildanên ku tên kirin ev gavên mezin yên ku ber azadiyê diçe Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê ev va hemî ber çavan dibînin ku jin rastî êdî gavên azadiyê davêje, gavên ku çûndina ber bi azadiyê diçe. Tabî ev jî wê wisa nemîne wê zêdetir xwe berfirehtir bike.
hêviyên pir mezin hene
Em dibînin kongreyên pir mezin ên ku tê kirin rastî jî ev him moralekî pir mezin da tevahî jinan. Ev jî hemî ji bo ku rastî him jin xwe azad bike, him jî bikaribin hemû jin bibin yek dest û ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biçin demê ku em hemû jin bibin yek dest, wê demê em dikarin Rêberê xwe ji zindanê azad bikin. Ji ber Rêber Apo baweriya xwe hemî da jinê, hêza xwe hemî da jinê ku em bikaribin destpêkê de him bi avakirina artêşbûna jin, him bi fikrê ku jin pêwîste azad jiyan bike. Rastî jî îro em têkoşîna jinê vê dibînin ku êdî em ber bi azadiyê diçin. Him bi avakirina artêşbûyina jinê bi rihê Zîlanan, bi rihê Bêrîtanan, bi rihê Sarayan em vê dibînin. Heyanî roja me ya îro jî em dibînin ku 2 hevalên me li Mêrsînê canê xwe feda kirin canê xwe bexiş kirin. Mirov vî dibîne, di şexsê heval Rûken de di şexsê heval Sara de mirov jina azad dibîne. Mirov dibîne ku êdî jin hemî jiyana xwe daye ji bo jiyana azad. Ji bo ku jiyanek azad jiyan bike canê xwe feda kirin. Wisa ji rêzê nine. Mirov vê dibîne ku hêviyên pir mezin hene ku em xwe bigîhînin heqiqetê. Him xwe gihandina rastiyê him xwe kilît kirina bi azadiyê, azadiya jinê re ji nav koletiyê derxistin, ev koletiyê ku tê ferz kirin di nav civakê de êdî jin gavên azadiyê davêje. Helbet ev di rastiyê me de jî qut nine. Îro em vê jî di çeperên şer de jî dibînin, di berxwedaniyên ku tên kirin jî dibînin, di 17 hevalên ku di vê dawiyê de bi çekên kîmyawî şehîd ketin jî dibînin.
Bi rihê ku Serok Apo berxwedaniyek pir mezin ku tu carî di dinyayê de nehatiye maşandin em di şexsê hevalên xwede jî dibînin
Rastî hevalên me heyanî dawiyê pêşengtiya jinê jî pêşengtiya YJA STAR jî pêşengtiya hevalên me yê ku îro di çeperê şer de şer dikin û şehîd dikevin mirov vê dibîne ku rastî rihekî berxwedanî heye rihekî serhildanê heye. Rihekî ku Apocîtiya rast di vê demêde di vê serdemêde xwe dide îsbat kirin ku rihê Apocîtî tu carî namirê, rihê Apocîtî tu carî winda nabê. Bi rihê ku Serok Apo berxwedaniyek pir mezin ku tu carî di dinyayê de nehatiye maşandin em di şexsê hevalên xwede jî dibînin. Qehremantiya ku didin meşandin û piştî vê jî hevalên ku di vê çeperan de derdikevin em dibînin çawa derdikevin diaxivin jî. Ev ji bo dijmin jî derbeyek pir mezin e. Dijmin bi çi çekan jî êrîş bike belkî çekên ku niha herî dijwar di dest dijmin de çekên kîmyawî ye ya ku tevahî dinya niha çavê xwe lê girtiye û mafên mirovahî jî çavên xwe lê girtiye.
Lê her çiqas bibê jî hêz em bi xwe ne emê heyanî dawî jî ber xwe bidin em heyanî dawî jî bi hevalên ku niha di çeperê şer de jî şer dikin, hevalên ku heyanî dawî berxwedaniyek mezin meşandin em vê dibînin ku tu carî em pişta xwe nadin tu hêzî jî. Lê emê vê berxwedaniyê heyanî dawî berdewam bikin û bi vî rihî jî bikaribin him xewn û xeyalên hevalên ku şehîd ketin emê pêk bînin, emê xetê Sarayan û Rûkenan heyanî dawî berdewam bikin jî. Emê taktîkên ku dijmin niha pêk tîne û pêş dixe jî emê her vala derxînin. Çawa ku me vala derxist jî emê her vala jî derxînin. Wê tu carî dijmin wê binkeftina xwe çawa ku li Garê bin ket û binkeftinê xwe anî ser ziman wê her tim dijmin jî di vê qonaxê de be di vê çarçoveyê de wê dijmin bin kevê ji bo Lozanê jî wê dijmin binkeve wê dewleta Tirk jî têk biçe. Emê bi Rêberê xwere azad jiyan dikin û di 44’mîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de jî emê him ew rihê ku bi ciwantî destpê kirî emê wisa jî berdewam bikin, bi rihê ciwantî jî jiyan bikin.
Her beşdarbûnekî ji bo PKK’ê dibe şikandina tecrîda li Îmraliyê
Wekî ku em dibînin îro çawa ciwan li qadên ku niha li Rojavayê Kurdistanê him jî li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê çewa Ereb beşdar dibin, çawa dibin bersiv, çawa ku berî demekê kin de jî çend ciwan beşdar bûna xwe dan nav partî. Mirov vê dibîne ku ew rih hîç namirê, ciwan jî her tim ser piyane wê hertim jî ser piya bin, wê beşdar bûna xwe jî dijmin têk bibin. Her beşdarbûnek ji bo PKK’ê dibe têk birina dijmin, her beşdarbûnekî ji bo PKK’ê dibe şikandina tecrîda li Îmraliyê. Her tevlîbûna ji bo PKK’ê dibe ber bi çûndina azadiyê dibe çûndina ber azadkirin û ber bi civaka azad, her tevlîbûna ku çê dibe ji bo refên azadiyê ji bo PKK’ê jî dibe derketina ji nav koletiyê, dibe çûndina ber bi jina azad ve ber bi civaka azad ve ber bi pêkanîna civaka azad ve. Em îro vê dibînin çawa ciwan tevlî dibin çawa ciwan di demê de dibin bersiv.
Heman demê ciwanên ku li Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bûna xwe kirin ji bo partî ev jî dibe bersiv ev jî di demê xwe de bersivek pir mezine. Pêwîste her dem jî wisa be. Yê ku dijmin têk dibe, yê ku dijmin bi bin dixe ew jî tevlî bûna me di nav refên azadiyê ew jî çûndina me ber bi heqîqetê ye çûndina me ber bi rastiyê ye. Ji bo em bangawazî ji bo hemî jinên ciwan ji bo tevahî ciwanan li her derê li Bakur li Başûr li Rojava li Rojhilat li derveyî welat bin li Ewrupa li her deverê cîhanê jî her beşdar bûnekî me ber bi refên azadiyê dibe têk birina dijmin. Ji bo na wê pêwîste herkes her ciwanekî her jinek ciwan beşdar bûna xwe bike ji bo refên azadiyê.
Xeyalê ku Kurdistanek azad bibînin emê pêk bînin
Bangawaziyê me nete ku pêwîste her kes tevlî bibin, di her kêliyê de em bibin bersiva têk birina dijmin, bibin bersiva Rêber Apo. Ji ber ku Rêber Apo heya niha têkoşînekî pir mezin da meşandin. 50’î sale Rêber Apo têkoşînekî pir mezin dide meşandin. Rêber Apo canê xwe feda kir ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelan. Ji bona wê pêwîste em jî taybet wek ciwan ji ber Rêber Apo dibêje “Me Bi Ciwantî Destpê Kir Emê Bi Ciwantî Bi Serkevin” Ji bona wê pêwîste em wek ciwan hemî jî werin berê xwe bidin PKK’ê, tevlî refên azadiyê bibin, tevlî Partiya Karkerên Kurdistan bibin. Ev jî net e her ku kesek ji me tevlî dibe ev dibe bersiva dijmin. Ji bona wê carekî dîtir di dawî de dîsa tînim ser ziman rihê ku hevalên me di çeperê şer de jiyan dikin berxwedaniya ku Rêber Apo niha li Îmraliyê dide meşandin ev ji bo me hemî hêze, ji bo hemî gelan jî ji bo gelê Kurd di serî de û ji bo hemû gelan hêzekî pir mezine û pêwîste em serhildanê xwe derketinê xwe li him ber dijmin kîn û hêrsê me ên ku li himber dijmin lazime tu carî neweste. Her tim berdewam bike her tim mezintir bibe. Ji bo ku em bikaribin salên pêşiya me de sala 2023 em dijmin êdî têk bibin. Dijmin li ser vê erdê nehêlin Kurdistanê azad bikin û her çar perçê Kurdistanê bikin yek û azad jiyan bikin bi Rêberê xwe re jiyan bikin û xewn û xeyalên ku hevalên şehîd her xeyal dikirin ku bi Serok re jiyan bikin. Xeyalê ku Kurdistanek azad bibînin emê pêk bînin. Heyanî dawî jî emê vê tekoşînê berdewam bikin berxwedaniya xwe berdewam bikin bi gelê xwe re bi hevalên xwe re û di serî de jî bi Serokê xwe re bi vî rihî û bi pêşengtiya ciwanan re pêşengtiya gênca re emê vî rihî derbixînin pêş û emê dijmin di dawî de têk bibin. Di dawî de jî dibêjim pêwîste her kes berê xwe bide vê cengê. Îro cenge, li her derê cenge. Ne tenê li Avaşîn, ne tenê Metîna ne tenê li Zapê li her derê li her çeperê li her qadê ku em tê de tekoşîn dikin li Rojava Bakur Rojhilat Başûr jî li derveyî welat jî ev cengekî pir mezine ji bona wê ji bo her jinekî ciwan û her ciwanekî dibêjim Werin Cenga Azadiyê, Werin Cenga Azadiyê, Werin Cenga Azadiyê.
NC// Zerya Bagok