REQA- Bi dirûşma “Li dijî hemû cûreyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî” Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê xwepêşandanek li dar xist. Bi sedan şênî di nav de endamên Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan ji pêş qada Agirkujiyê bi peyatî ber bi Çerxerêya Delê ya li navenda Reqayê ve dest pê kir. Beşdaran pankartên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî QSD′ê” û”Na ji dewleta Tirk a dagirker re”, hildan.
Li çerxerêyê, berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Kecwan li ser navê Platfroma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û berxwedana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û wiha domand: “Ji xaka Reqayê, xaka berxwedanê em hemû gelên pêşeng û jinên têkoşerê silav dikin. Em kedên ji bo her jinekê tên dayîn pîroz dikin. Bi rêya dengên we, dengê maf û azadiyê şoreşa me layiqê fedekariya şehîdan e ku em destkeftiyên dîrokî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, her wiha xaka Sûriyê û gelê wê biparêzin.”
Xaliya Kecwan anî zman ku têkoşîn û berxwedan du hêzên sereke yên tevahî tevger û rêxistinên jinan li dijî zihniyeta dewlet û rejîmên faşîst in û li dijî her kesê komkujî, jinan qir û mirovahiyê qir dike.
Xaliya Kecwan her wiha got: “Ji 11 salan ve em li ber xwe didin û me rêxistina terorî ya herî metirsîdar li cîhanê têk bir û berdêlên giran buha ji bo vê têkoşînê da û me xwe li gor mîrasa bi hezaran şehîd bi rêxistin kir.”
Xaliya Kecwan sûcên li dijî jinan şermezar kirin û ev tişt anî ziman: “Em soz didin hemû şehîdan ku li ser şopa wan bin û vê pêngavê bi cesaret û îrade bi rê ve bibin, her wiha em bang li tevahiya jinan dikin ku li hember sûcdarî û dewleta Tirk a dagirker serî hildin û şoreşa jinê biparêzin.”