RANYA – Li navenda rêveberiya Raperînê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê, jin, jiyan û azadî” semînerek hat lidarxistin.
Rêxistina Jinên Azadî yên Kurdistanê (RJAK) û jinên ciwan bi boneya 25’ê Mijdarê li bajaroka Ranya semînerek li ser tundiya li ser jinê li dar xistin.
Piştî yek deqqeyek rêz girtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê çalakvana mafên jinan Şadî Semed semîner pêşkêş kir û got; “Jinan roleke bibandor di hemû şoreş û berxwedana gelê Kurd li dijî dijmin û dagîrkeran de lîstiye. Pêwîste bi ruhekî şoreşgerî li dijî her tundî û zordariyê li ber xwe bidin.”
Semed, bibîr xist ku di berxwedana Rojava de jin pêşeng bûn û niha jî jin pêşengiya serhildanên Rojhilat dikin.
Her wiha bang li jinan kir ku ji bo li hemberî hemû tundî û zordariya li ser jinê li ber xwe bidin, hişyar bin û bibin yek.
Dîsa Jinên Ciwan ên Têkoşer li cihê semînerê pêşangehek vekirin. Pirtûka “Jin, Jiyan û Azadî” û pirtûkên Rêber Apo ji bo xwendin û çapê hatin nîşankirin. Her wiha wêneyên gerîlayên jin ên qehreman û kesên navdar hatin hilgirtin.
Jinên ciwan ên bi navê Hena Şeyda û Soniya Aram jî li ser girîngiya vê rojê ji ajansa me re axivîn, mijara semînerê û bi taybetî jî fikrên xwe yên li ser serpêhatiyên jinên ciwan ên îro bû.
Jinên ciwan ên têkoşer nêrînên xwe yên li ser girîngiya vê rojê ji ajansa me re vegotin.