NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan rûxmê hemû êrîşê dagirkeriye daketin qadan û salvegera 44 emîn Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) pîrozkirin.
Bi vesîleya salgera avabûna PKK ciwanên Kobanê daketin qadan û hem salvegera avabûna PKK pîrozkirin hem jî êrîşên dagirkeriyê helwesta xwe nîşandan. Pîrozbahiya ciwanan li Girê Miştenûr bi meşekî bi meşelayan destpêkir û heta qada Jina Azad berdewamkir. Piştî ku meş gîhîşt qada Jina Azad ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat girtin piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hîlal Kobanê axifî.
Axaftina wî wûsa ye : ”Em di serî de salvegeriya Partiya Karkerên Kurdistan li Rêber Apo, Gerîla, hemû gelên xwe yê welatparêz û hemû mirovahiyê pîrozdikin. Ev 44 sale bi berxwedaniyek mezin tekoşîn tê kirin û gelê kurd li cîhanê giştî bû xwediye îrade , dewleta faşîst a qirker jî hember îrade bûna kurdan bêhezim bûna xwe bi êrîşên qirkeriyê dixwaze jenosîdê pêkbîne.”
Piştre ciwanan detpê dîlanan kirin û duruşmeyên ”Bîjî Partiya Karkerên Kurdistan, Bîjî Serok Apo û Bimre Dagirkerî avêtin û şahîya xwe bi dawî kirin.