MINBIC- bi diruşma “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi sedan Ciwan û şêniyên Minbicê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Tê de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên taybet bi jinan, partiyên siyasî, rûspî û şêxên eşîran amade bûn û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.
Xwepêşandan ji Yarîgeha Beledî ber bi Çerxerêya Mîzan ve dest pê kir. Li wir alîkarê Sekreterê Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û wiha got: “Di mîna vê rojê de tevgera rizgariyê ku tevgera têkoşeran e hate ragihandin. Bi wê re ala azadî û demokrasiyê, ala edaleta li dijî zulm û destpotiyê û li dijî tevahî cureyên dagirkeriyê hate hildan.”
Hesen wiha domand: “Ev tevgera yekane li Rojhilata Navîn e di oxira azadiyê de dûrî destpot û bindestiyê tê dikoşe. Ev tevger li Kurdistanê dest pê kir û îro li Rojhilata Navîn belav bûye û ji tevahî gelên bindest re bû hêviyek.”
Xwepêşand bi diruşmên silavkirina berxwedana PKK′ê û sekna li hemer dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.