NAVENDA NÛÇEYAN– Li Tehranê komek ciwan ji bo 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê wêneyên Rêber APO hilawistin û diyar kirin ku Rêber APO mîmarê felsefeya ‘Jin jiyan azadiye.’
Li gor dîmenek ku belav bûye, komek ciwan bi boneya 44.salvegera damezirandina PKK’ê li paytexta Îran Tehranê wêneyên Rêber APO hilawistine û 27’ê Mijdarê pîroz dikin.
Di dîmen de ciwanek di axive û dibêje, “Rêber APO mîmarê felsefe û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya li dijî sîstema zilamsalarî û sermayedariyê ye. Em salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikîn.”