NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her kes ji heft heya heftê salî di nava seferberî de ye.
Hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Aşûr bi pêkanîna stratejiya Şerê gel ê şoreşgerî, amadekariya şer dikin. Ciwan jî pêşengtiya vê yekê dikin. Li ser vê bingehê îro li bajarê Qamişlo 25 ciwan tevlîbûna xwe ya nava refên YPG û YPJ de ragihandin. Ciwanan dest nîşan kirin ku wê her li pişt hêzên xwe bin, ew ê dev ji axa xwe bernedin û welatê xwe biparêzin, û wiha jî anîn ziman ku dijmin her roj dibêje ku wê PKK û gelê kurd tune bike, lê belê îro em dikevin 45’emîn salvegera damezirandina PKK û her roj li çiyayên Kurdistanê, li Zapê bi deahn leşkerên dijmin tên cezakirin. Ev yek îspat dike ku PKK û gelê kurd wê tu carî tune nebin, wê her mezintir bibin. Herî dawî ciwanan ji bo pîrozkirina salvegera damezirandina PKK dîlan gerandin û sloganên bijî serok Apo, bijî partiya karkerên Kurdistan, bijî berxwedana Gerîla, bijî berxwedana YPJ, YPG û QSD, bilind kirin.