MEXMUR –Tevgera PKK’ê ya ku ji aliyê çend ciwanan ve hat destpêkirin, ji Kurdistanê heta Ewropa, Latîn Amerîka, Rojhilata Navîn û Asyayê bi nav bû û meşa xwe ya azadiyê de deh hezaran şehîd da.
Bi pêvajoya yekemîn a gerîlatiyê re, mîlîtanên PKK’ê yên ku li qada Botanê de pengav avetin, nirxên bingehîn ên PKK’ê temsîl kirin û careke din bûn sedema hebûna gelê Kurd.
Me ji Mehemed Hecî Mehmûd û Ezîze Sêrtê yên ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dijîn, yekemîn çîroka wan a bi PKK’ê re pirsî.
Welatiyek ji Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) bi navê Mehdemed Hecî Mehmud tekildarî naskirina xwe û biraninên xwe yê li gel PKK û bendurbana PKK’ê li ser kesayeta wî, ji Ajansa Nuce Ciwan re parvekir.
Mehemed Hecî Mehmud behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêbar Apo kir û wiha got;
“Hêviya me hemûyan ew e ku Serokê me 20 mehin, agahiya me jê tuneye. Daxwaza me ew e ku em xeberek ji Serokê xwe bigirin. Niha CPT diçe wir rojek ji agahiyek ji Rêberê me ne anîye. Ewane ji li benda dewleta Turk’e ku izna wan bide ku agahîyek bide. Serokatî ew qas ji buyî me di wê zindanê de dinava ewqas zorî û zehmetîyan de, rojek ji çukek na bine, em hêviyên xwe ji xwede dikin ku çavê me û Serokatî pêk bine û qeda Rêberê me veke ku bê nava me de da ku em Serokatîya xwe bibînîn û em bi serfirazî bi hevre bijîn. Eger Serokê me, Serokê dewletekê baya wê dinyayê rêve biribaya. Anha tevahî dinya bi keda Serokatî dimeşe.”
Hecî Mehmud di berdewamîya axaftinên xwe de qala biraninên xwe yên naskirina PKK kir û got: “Di demê berê de me ji gundiyên xwe behtir tu kes nas ne dikir, lê anha em bi hezaran insanan nas dikin û hezaran insan ji me nas dikin, ev yek keda Serokatî ye û ya şehîdane. Eger ji wan nebaya em ne digihîştîn vê astê, her tiştên me girêdayî keda Serokatîye. Heya ku ji me were emê ji li vê kede xwedî derbikevîn. Weke ku Serokatî ji dibêje “Çi ji kê bê bila bike yê ne kare ji dikar û duayek bike.”
“Gundê me di alîyê cografî de pir xweş bu. Ji bo na wê ji hatin û çuyîn pir hebu. Sal çu, zeman bi sere hatin derfetê me hebu, cihê me bilind bu, em li Herekolê bûn. Mala me tenê li wir bu ji bo na wê herkesê qesta me dikir ji koçeran û ji derve jî. Di wan deman de ez hina zarok bûm. Me di got ji xwe em mala Barzanîn. Rojek em çun çiya, zilamek ji mere got: “Xwezî em biçûna şerê mala Barzan û Erban” herkesî xweziyên wê dikir.
Gelek partî hatin di nava me de. Heya dawî ku hêza tevgera PKK’ê derket. Herkesê digot hinek hatine van dera ji wan re dibejin Apocî, me ji pirs dikir Apocî çiye? 83’an ez şivan bum. Min temaşe kir kuçikek me hebu wê gavê denk ji xwe derxist, ez çum ser gelî mi temaşe kir, yek ji wê derêve tê. Em çûn cem min jêre got: “Bira tu ji kurve tê û tu ye kurve biçî, te xêre?” Min ji wêre digot “bira”, wi digot “heval.” Wisa me çen cara pey hev dirêj kir, ji min re got “Pêlava min yekê gûhertî ye ka pêlav bi were hene da ku em pê biçin gûndan” “Min jêre got ” Pêlavek ji dayika min re hatîye em biçin, ezê wê bidim te.” Evya jî pirs kir got “Ma qey rê di wî çiyayan re diçe? Min ji got “Erê”, cihê ku digot emê biçinê min digot evne biçin muhaqqaq wê bixeniqin. Min ji wan re digot “Neçin barane, befire.” Piştî wiya me xwetir ji hev xwast. Wê şevî baran pir dihat û min ji xew nekir. Aqilê min ma ser wan, min got “Ev insanane muhaqqaq xendiqîn.
Nêzî 9 -10 rojan cardin ez li ber pez bum, min temaşeyî pişta mala xwe kir, min dit sê kes hatin wir, ew insanê ku li bin wê baranê berxwedayî me ya rast bawerîya xwe bi xwe anî. Ji wir û şunde hatin û çuyîn hebû. 84’an meha Temmuzê birayê min tevlî bu heya ku ez çum gel dayîka xwe. Dayika min digrî, min jêre got “Xêre?” got “Birayê te tevlî bû”, min jî jê re got “Çû oxira wi ya xêrê be”, got “Li doh her min jêre got ew kesên ku gel karê te ew ji kêç û kurên dayîka xwe bun ez li duv de naçim.”
Dema me karek kir pêwiste mirov lê xwedî derbikeve, dema ku ez tevlî kar bûm ez hatime girtin hatim îşkencekirin. Cermên destême û lingên me hemu li ser radibun me digot ger ihtimala tiştek ji devê me derbikeve em li diyarbekir bejin wan wisa li me kir ji buna wê me wisa got. Ez û birayê xwe yê bicuk 2 salan di zindanê de man.”
Mehemed di qedandinên axaftinên xwe de bal kişand ser bandurbunê wan ya ji PKK û 44’ emîn salvegera PKK û wiha pêde çu: “Em ji wan kesên ku li kêleka me Şehîd ketine bandorbûn, em ji kesayetên weke heval Egîd bandorbûn, gelek kesayet hene ku me ditîye em ji wan bandorbûne, hêvîya me ewe ku em kar û kedên wan hevalan di ber avêde neberdin. Em 44’emîn salvegara PKK piroz dikin, hêviya me ji xwedê ew ku vê şoreşê pêşve bibe û înşallah wê pêşve jî biçe, Hemû kesayetên ku anha li berxwe didin, li şehîdan piroz dikin em li gelê welatparêz û kesên ku ked emek dayî em li wan hemuyan piroz dikin.”
Li ser salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ji Wargeha Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê dayîka Bi navê Ezîze Sêrt ji Ajansa Nuce Ciwan re axivî
Ezîze Sêrt ku ji ajansa me re axivî, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û ev tişt anî ziman;
“Di sala 2014 ve ez ji hatime Wargeha şehîd Rustem Cûdî. Min du zarokê xwe anî ez hatime vir, em di serî de salvegera avakirana partiyê em li Rêbertîya xwe, girtîya hepis û zindanan, hevalên iro li çeperan de himberî teknikê şer dikin canê xwe didin, hemu gelê Kurd ê bi şeref û namus piroz dikin.
Va sê çar roje dewleta Tirk şerê xwe ser Rojava dide meşandin, di şexsê wan şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û ji birindarê wan re ji şîfayê dixwazin. Kedê Rêbertîya me û hemu hevalên me saxbê. Me partî çawa nas kir, bavê min mamê min behsa partî dikirin em zarok bûn, gelek tişt danîn ziman lê me digot ka çîrok dibêjin. Behsa Kurdistana Başur dikirin. Me jî rêxistin wisa nas kir û ger ez ne şaş bim 87-88’an de me navê wê nas kirîbû. Ger ne şaş bim di wan salan de partî hat mala me û me nas kir. Heval Kamûran hebu, hatin wê gavê danin û sitandinê me bi hevre çêbu, çuyîn û hatinê wan çêbu di gunde di malên cûda de, wisa me partîya xwe nas kir.”
Sêrt bîranînên xwe yên bi partiyê re naskirina xwe vegotin dike: “Heya 93 yan me hingê herkesî partî nas dikir, ji bu çiye, têkoşîna wan çiye, dawaya wan çiye, gelekan dipirsiyan digotin hevalan ev dawa ji boy çiye? Hevalan digotin em dawaya zimanê xwe, nasnameya xwe, em deweya welatekî serbixwe dikin. Dawaya me ji bo vê yekê ye, gelê Kurd di ji weke hemu gelan dinyayê bibin xwedî maf, xwedî nasname. Gelekan ji fêmkirinên wan cuda bûn, digotin “Ka ji bo pariyek nan dawa dikin”
Hêdî hêdî derfet hebana civîn ji millet re çêdikirin. Êdî millet dikirin nav kar û xebatan de, weke anha em bejin civin perwede ji xwe wisa nebû. Kemasiyek tiştek cuda çêdibû, civîn ji gundiyan re çêdikirin, xwe bi wan didan naskirin, didan fêmkirin. Êdi wisa herkesê partî nas kir û êdi dizani bûn ku Serokek ya Kurdan heye navê wiya Abdullah Ocalan e, dawaya mafê herkesî dikê ne ya Kurdan tenê. Êdî mafê herkesî di nav vê dawa û di nav vê dozê heye. Ji ber ku me didîtin şervan dihatin ne Kurd tenê bûn, jinên ciwan dihatin bi valizên mezin wê digotin; “Êmê tevlî şoreşê bibin”, ama digotin “Em ji xwe şerm dikin. Partiyek Kurdaye, serokê wan Kurde, perwedeyên Kurdî didin. Em fêm nakin” Me jî digot na na perwerdeyên xwe Kurdi ji dide Turki jî dide. Hûn ji xwe fêrî Kurdî jî bibin.” Serokê me wisa kir ku bandor da Kurda da Ereban. Felseya wi belav bu û êdî herkes dizanî ku feydeya herkesî di vê dawayê de heye.
93’an de gundên me hatin şewitandin, em ji gundên xwe derketin, gundên derdora me ji hemû şewitandin, em ji weke hemû miletê xwe derbasî Sêrtê bûn.
NC// Rizgar Adanmış