REQA– Bi dehan şêniyên Reqayê, rûspiyên eşîran, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Reqayê tevlî çalakiyê bûn û pankertên bi nivîsên “Hêzên Sûriya Demokratîk dengê gel” , “Na ji dagirkeriya Tirk re” hatin bilindkirin.
Di çalakiyê de Şêx Lorens El Borsan li ser navê şêniyên Reqayê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bênavber li dijî xaka Sûriyê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk teqîna li Stenbolê kir hinceta êrişkirina herêmê.
Şêx Lorens El Borsan ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest û destnîşan kir ku Amerîka, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên pêkanîna sûcên li dijî gelê herêmê ne.
Bang li Yekitiya Ereban û Konseya Ewlehiyê ya NY`ê jî hat kirin ku helwesteke cidî nîşan bidin, bang li hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê jî hat kirin ku parastina herêmên Sûriyê bikin.
Di dewama daxuyaniyê de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ji bo têkbirina faşîzma Osmanî û parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser hat kirin.
Di dawiya çalakiyê de dirûşmeyên wekî “Na ji dagirkeriya Tirk re” , “Bijî Hêzên Sûriya Demokratîk” bi dawî bû.