NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo tecrîta li ser Rêber Apo daketin qadan û bang li CPT kirin ku demil dest derheqê îmralîda çi belge destê wan de be bira parvabikin.
Li ser daxuyaniya Bûroya Huquqê ya Sedsalê ji bo Rêber Apo hat dayîn ciwanan daketin qadan û helwesta Rêber Apo ya ku bi CPT re hevdîtin nekiriye wekî bangawazî ya berxwedan û çalakiyê xwandin û daketin qadan.
CPT ji bo ku dawî li van pêkanînên derveyî mirovahî yên li ser Rêber Apo bîne, demildest divê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û tenduristî û jiyana Rêber Apo bixe ewlehiyê. Di vê wateyê de daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê pir girîng e. 20 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.