PARÎS – Ciwanên enternasyonalîst ji bo balê bikşînin ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana lehengî ya gerîlayan a ji bo azadiya Kurdistanê, di çarçoveya çalakiya roja xwe ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li Kurdistanê de li Parîsê ser dîwarê resim çêkirin.
Ciwanên enternasyonalîst têkildarî çalakiya xwe ev tişt gotin;
“Di 30’ê Mijdara 2022’an de bi boneya bikaranîna çekên kîmyewî û destpêkirina erîşa dagirkeriyê ya li hemberê Rojava, li dijî kîmyabarana li Kurdistanê, me ev resim li Parîsê (kolana Henri Noguères) çêkir.
Ev resim hişyariya bikaranîna çekên kîmyayî yên qedexe li dijî şervanên ji çiyayên azad ên Kurdistanê dike.
Em ê sûcên Tirkiyeyê û bêdengiya civaka navneteweyî ku hevparê vê komkujiya li dijî azadiyê ye ji bîr nekin. Em sûcên we dibînin! Em ê bêdeng nemînin! Biji HPG! Biji Kurdistan!”