HAMBURG – Îro danê êvarê TekoJIN û TCŞ’ê bi ciwanên enternasyonalîst re termînala Rêhewayên Tirk a li balafirgeha Hambûrgê asteng kirin, ji bo ku gel bizane pereyê ji bo Rêhewayên Tirk diçû ji bo çi tê bikaranîn û mişteriyên balafirgeha faşîst diçin kîjan welatî.
Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla û gelê Kurd bi kar tîne û êrîşên li dijî gelê sivîl ji bo rewakirina dagirkeriya xwe ya li Rojava organîze dike, OPCW, NATO û YE jî vê yekê ji nedîtî ve tên û destekê didin.
Endamên TekoJIN û TCŞ’ê diyar kirin;
“Weke TekoJIN û TCŞ’ê erka me berxwedan û çalakiyan e. Her tişt bi ciwanan dest pê kir û weke ciwan divê em vê berpirsyariyê bi cih bînin. Divê hemû ciwanên Kurd çalak û rêxistin bibin. Bibin dengê bindestan û bindestan. berxwedan bi me re ye.”