NAVENDA NÛÇEYAN- Îro Tevgera Xwendekarên Demokratîk li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocelan daxuyanî dan. Daxuyanî ya xwendekaran li du beşan hate xwendin. Beşa yekem daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Xwendekaran Heyder Hibiş ve hate xwendin. Di beşa duyem de jî daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Xwendekaran Îyad Îbrahîm ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: ”Ji bo raya giştî tecrîda ku li ser Rêber Apo pêk tê,em bi tundî lênet û şermezar dikin. Ev bûye du sal tu agahî ji rêber me nayê girtin ev jî ji bo me fikir û gumana dide ava kirin.Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji bo azadiya fîzîkiya Rêber Apo asta herî jor de emê tekoşîn bikin. Ërîşên dagirkeriyê dewleta tirk ya faşîst li ser axa rojava yê Kurdistanê hedef girtina Rêveberiya Xwesêr ê tune kirina detkeftiyên şorêşeye. Ev êrîşên ku rojane tê kirin li ser me di be sedem ku em ji xwendina xwe bêpar bimînin. Em weke tevgera xwendekarên demokratîk eger ev êrîşên hovanê yê ku li ser me diqewime berdewam bike emê li hember wê bibin bersiv.”