REQA- Di civînê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê û endamên Desteya Ciwan û Werzîşê amade bûn.
Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Elî Mihemed wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker şer îlan kiriye ku Osmaniyê vegerîne. Her wiha li pêş çavên cîhanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binesaziya wê bombebaran kirin.”
Mihemed wiha domand: “Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Divê ciwan bi şervanên QSD′ê re bisekinin û êrişên têk bibin.”
Berdevkê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl wiha domand: “Em ê di têkoşîna xwe de ku şehîdên me bi berxwedanê bi rê ve biriye dewam bikin û nahêlin dewleta Tirk a dagirker vîna me têk bibe.”
Mihemed wiha pê de çû: “Em dizanin ku gelê me dikare li hember van êrişan bisekine û bi wê re em QSD′ê û hêzên me yên li eniyên şer silav dikin.”
Piştî axaftina bi dawî bûn, endama Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fude El Meşleb rapra sale ya meclisê ya du salan û rapora rêxistinî xwend.
Dûre deriyê hilbijartinê li pêş beşdaran hate vekirin û bi dengdayîna yekser Muwefeq Îsmaîl wek berdevkê Meclisa Ciwanên Reqayê û Fuda El Meşleb cîgira berdevk û 17 endamên meclisê hatin hilbijartin.
Civîn bi xwendina encamaneyan ji hêla Muwefeq Îsmaîl ve bi dawî bû:
Xebat li ser ektîfkirina enerjî û rola ciwanan a siyasî were kirin.
Divê ciwan beşdarî hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin û beşdarî xebata siyasî ya bi çavdêriya NY′yê ya bi jimara 2254′an bin.
Şêweyê rêveberiya heyî Sûriyeke demokratîk ya pirrengî ya nenavendî be û divê rola ciwnana tê de mezin û aktîf be.
Xebat li ser bidawîkirina dagirkerên li Sûriyê bi taybet dagirkeriya Tirk were kirin.