NAVENDA NÛÇEYAN- Îro Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Dêrikê ya girêdayî parêzgeha Qamişlo bi armanca piştgiriya helwesta Rêberê Gelan Ocalan ku redkirina hevdîtina bi Komîteya Li Dijî Îşkenceyê (CPT) re di serdana xwe ya îlona borî de ji girtîgeha Îmraliyê re meşek li dar xist.
Meş bi beşdarbûna bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji pêşiya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ku dikeve rojhilatê Dêrkê dest pê kir û di nava dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Apo , ʺBijî berxwedana rêberʺ û bilindkirina wêneyên Rêberê Gelan Ocalan li kolanên xwe yên sereke geriya .