ŞEHBA- Her diçe êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde dibe. Ciwanên ji Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk koçberî herêma Şehba ya Til Rifat bûne, diyar kirin ku ew ê li ber xwe bidin.
‘ÇIQAS ÊRÎŞ BÊ KIRIN EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Rolyana Aşîn: Xwendekarekim li gel malbata xwe ji Efrînê koçber herêma Şehbayê ya Til Rifatê dijîm. Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku em ji Efrînê derketine heta niha bi topan êrîşên xwe yên qirkirinê didomîne. Bi van êrîşan dixwaze me qir û tine bike. Çiqasî êrîş li ser me bên kirin jî, em ê li ber xwe bidin. Dijmin îro bi şereke taybet nêzîkî ciwanan dibe. Îro ne tenê ciwan, her beşê civakê hişyar bûye û rastiya dijmin dizane ku ew dixwazin qira me bînin. Îro em li ber dijminek qirker li ber xwe didin. Dijmin bi dehan top li ser Til Rifatê dibarîne. Em vê qebûl nakin.
‘TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞAN KES JI TIL RIFAT DERNEKETIYE’
Mihemed: Ez ji Efrînê me, niha li Til Rifat dijîm. Dewleta Tirk ev 15 roj in êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan û zarokan dike hedef, didomîne. Dibistan tên hedefkirin û zarok nikarin biçin dibistanê. Hemû qadên jiyanî ji nexweşxaneyê bigire û heta qadên aborî hemû hatin bombekirin. Tirkiye, Rûsya û Îran herêma Şehba dorpêç kiriye. Gel ji bo her tiştî amade ye, xwe di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de amade kiriye. Em ne tenê ji bo Efrîn, ji bo Îmralî û tevahî Kurdistanê li ber xwe didin. Tevî hemû êrîşan kes ji Til Rifatê derneketiye. Heta dawî gelê me wê li ber xwe bide. Em ciwan li ber êrîşan xwe rêxistin dikin, li ber xwe bidin. Erka dikeve ser milê me em ê pêk bînin.
‘TIŞTA BÊ XWESTIN EM Ê BIKIN’
Hêvîn Kurelcî: Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe yên li ser Rojava didomîne. Bi taybet vê dema dawî ji Efrînê bigire heta Cizîr, Kobanê û Heskê êrîş dike. Til Rifat bê navber tê topbarankirin. Erka dikeve ser milê me ciwanan, tişta bê xwestin em ê bikin. Heta nefesa dawî em ê li ber xwe bidin.
NC/ BARAN MAWA