Qamişlo_Bi armanca şikandina tecrîda girankirî li ser Rêberê gelan Abdullah Ocelan Tevegar Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo û Konfedresyona gaziyan meşek girseyî li dar xistin.
Meşê ji çarxereya taxa Cûdî destpêkir bi sedan ciwan û gelê Qemişlo tevlî vê meşê bûn,di meşê de gel û ciwanan alên PKK’ê û Serokatî hildabûn ,her wiha bi sloganên bê serok jiyan nabe berê xwe dan Çarxereya Efrînê .
Li ber çarxereyê piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan Ciwanan ji bo rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocelan bi axaftinekê helwesta xwe li beramberî tecrîdê nîşan dan,axaftin ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Efrîn da hat kirin.
Roanahî Efrîn di destpêka axaftina xwe da balkişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got :
Her kesê ku ji bo tecrîdê li berxwe dide û li ser piya ye em silav dikin.
dewleta Tirk a dagirker dixweze bi êrişan me qir bike lê her çi jî bike nikare PKK’ê têk bibe ji ber ku PKK’ê gele û gel jî PKK’ê ye ,Ronahî Efrîn di dawiya axaftina xwe de jî got emê bi çalakiyên xwe tecrîdê têk bibin.
Hêjayî gotinê ye ku berîya 2 mehan CPT ragihandibû ku serdana îmraliyê kiriye ,lê derket holê ku Rêber Apo hevdîtin bi CPT re red kiriye.