NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî gelê Kurd ne cara ewil e ku dewleta Tirk li ser berxwedêr û hêzên parastinê çekên qedexe û kîmyewî bikar tîne. Dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê xwest di vê sedsalê de bi temamî Kurdan qir bike, bi komkujiya Geliyê Zîlan a Tîrmeha 1930’ê li gorî agahiyên ne fermî bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Li dijî Elewiyan di navbera 19-26’ê Çileya 1978’an, her wiha darvekirina yek ji pêşengên Kurdan Şêx Seîd a 29’ê Hezîrana 1925’an, Seyîd Riza 15’ê Mijdara 1937’an, li Başûrê Başûrê Kurdistanê bi destê rejîma Baas Seddam Huseyîn li Helebçe 16’ê Adara 1988’an bi hezaran mirov bi kîmyayê hatin qetilkirin. Dîsa li Serdeş a Rojhilatê Kurdistanê 28’ê Hezîrana 1987’an rejîma Baasê ya Iraqê bombeyên kîmyayê li ser Serdeştê barand zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin û 8 hezarî zêdetir jî birîndar bûn. Her wiha li Başûrê Kurdistanê li ser Barzaniyan jî sala 1983’an ji aliyê rejîma Baas ve ji Xaneqînê bigire heta Dihok û devera Barzan nêzî 8 hezar mirovên Barzaniyan hatin qetilkirin.
Sala 1920’an di serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî ya li Silêmaniyê de Îngilîzan bi balafirên şer gaza kîmyawî bikar anîn û nêzî 5 ta 10 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker jî ji sala 1986’an û vir ve li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê çekên qedexe û gazên kîmyewî bikar tîne. Li gorî daneyên hatine parvekirin heta niha zêdetirî 2850 carî çekên qedexe û kîmyewî jî di nav de çekên taktîk nukler li ser qadên gerîla hatiye bikaranîn û di van êrîşan de jî bi sedan gerîla û sivîl şehîd bûne. Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serfermandariyê ya Tirk gotibû ku ‘eger pêwîst bike gaza rondikbarînê û bombeyên dibin sedema verijînê’ û dîsa ‘gazê bi jehr berdin’ tunelan fermandabû leşkeran. Ev yek vekirî mikurhatina bikaranîna gaza kîmyewî ye.
Dema mirov li tabloya jor dinêre dibîne ku dewleta Tirk û taybet dagirkerên Kurdan di her fersed û kêliyê de xwestine koka Kurdan qir bike. Ji bo vê yekê jî bi ser bixe her cûre çek û rêbaza bikar tîne ji bo xwe mubah dibîne.
Eger ku ev zêdetirî sed sal in êrîş û qirkirin li ser Kurdan û taybet jinavbirina Kurdan tê kirin, dawî nebûne û dawî nabe; têkoşîna ciwan û berxwedana keç û xortên Kurdan in. Ev heqîqeteke ku ti demê neyê nixûmandine. Di pêvajoyên herî xedar de egîd û sitiyên vê axê bi rola xwe rabûne, serî rakirine li meydanên cengê şer kirine.
Îro jî qada cengê taybet Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medya Avaşîn, Zap û Metîna ye. Xort û keçên vê axa pîroz di tunelên berxwedanê de, li dijî hemû paşverûtî û çekên dirinde yên dermirovî berxwedidin, jiyanê ji nû ve dafirînin. Têkoşîna ku li wan tunelan tê kirin, şerê ku li ber her cûre teknîka nû ya qedexe, gazên jehrî, çekên taktîk nulere û termoborîk, bi qasî berxwedana stalîn grad e. Kelhên berxwedanê di roja îro de bûne tunelên berxwedanê.
Ti azadî bê berdêl nabe, herî zêde jî vê yekê gelê Kurd dizane. Di cîhanê de ji bo welat û warek di bin nîrê zilm û dagirkeriyê de be, ji bo bê azadkiri, bi deh hezaran kes şehîd bûne; qurbanî dane. Gelê Kurd jî têkoşîneke ya azadiyê dide. Ji bo wê ye ku di vê têkoşînê de ne tenê ji bo rizgariya netewa Kurd, ji bo rizgariya hemû netew û pêkhateyên li Rojhilata Navîn û heta cîhanê dike. Nûnertiya herî dawî ya têkoşîna azadiyê ye.
Eger ku îro li tunelên şer ên Zap, Avaşîn û Metîna li Rojava gerîla û şervan şehîd dibin. Divê çek û bîranînên wan ên serketinê li erdê nemîne. Ji xwe namîne jî. Nimûneya vê herî şênber û dîrokî jî avabûna PKK’ê ya li ser bîranîna hevrêyê xwe Hakî Karer e. Her hevrêyek şehîd dibe ji bo bîranîna wan têkoşîn xurtir tê kirin. Eger ku îro 50 sal in têkoşînek wiha dijwar û berdêl tê dayîn, bi dawî nebûye; ji vê yekê ye ku çek û cihê wan vala namîne. Hakî Karerek çû, deh Hakî Karer cihê wî digire. Zîlanek şehîd dibe, dehan Zîlan li ser heman bîr, bawerî û fikrê cih digire têkoşîn dike. Eger ku îro li tunelên berxwedanê Di serî de Şehîd Baz û Şehîd Helbest gelek gerîlayên din bi çekên kîmyewî û gazên jehrî şehîd bibin, bi dehan ciwanî cihê wan digire. Îro me dît bi dehan keç û xortên Rojava ku yek ji eniya têkoşînê lê germ e, tevlî şoreşê û gerîla dibin. Em dibînin ev nîşana wê yekê ye. Ev mîrasê berxwedanê ku ji gava yekem a PKK’ê destpêkirî ye. Ev bersiva ji bo çekên kîmya û gaza jehrî ye. Ev dide nîşandan ku çi dibe bila bibe, wê ev şoreş neqede heta serketinê bi dest bixe. Ciwan bi vî hestî û vê ramanê tevbigre serketin nêz e.
Ciwanên Rojava pêşengtiya vê kir û dike. Divê ev yek tenê li ser ciwanên Rojava nemîne, ji Bakur bigire heta Başûr û Rojhilat, li her derê ciwan bi erkê berxwedan û serketinê rabe, li cihê lê derbek li dagirkerî û faşîzmê bide. Eger ciwana nev yek kir, teqez wê dagirker-qirker; mêtinger têk biçin. Wê hesabê hemû sûcên şer û qirêjiya dagirkeriyê bê hilanîn û tola şehîdan bê stendin.
Erk û mîsyona ciwanan a rast ev e, pêşengtî ev e. Ciwan wê vê serbixin. Ji xwe dirûşma ‘Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwantî biser bixin’, ev yek îlhama herî esasî ya ji bo ciwan têkoşîn bikin. Dîsa welat û wareke me yê dagirkirî heye, li ser erdek warek dagirkirî jiyîn ne pêkane. Şînatiyek li ser kok û axa xwe şîn dibe. Şinatiyek nikare ser kok û axeke din weke heybeta li ser axa xwe bijî. Ji bo wê ciwanên Kurd jî li kû dibin bila bibin, ne li ser axa xwe be, nikarin rast bijîn. Di warê rûhî û fikrî de mehkûmî windabûn û tinebûnê ye.
Jiyan û berxwedan, evînî û heskirin li ser axa dagirkirî sexte ye, ne rast e. Ji bo wê ya rast li ser axa xwe tê kirin. Ji bo jiyan, evînî û heskirinê jî divê ewilê em axa xwe azad bikin, ji bin zilmê rizgar bikin. Ev jî erk û mîsyona keç û xortan e. Îro derfetê wê bi Tevgera Azadiya Kurd bûye, em vê derfetê bi her fersend û kêliya ku têkoşîn tê kirin, cihê xwe lê bigirin û têbikoşin. Di vê qonaxê de tevlîbûna nava têkoşînê bi qasî nan û av girîng e. Heta ji nan û av girîngtire. Li her aliyê Kurdistanê têkoşîn geş e, gavek din nêzî serketinê dibin. Divê cihê her şehîdekê bi dehan ciwan bigirin.
Weysî Tallî Ji Bo Ajansa Nûçe Ciwan Nivîsandî……..