BERN – Li Bernê ya Swîsreyê endamên TCŞ û TekoJIN di çarçoveya Pêngava DEM DEMA AZADİYA RÊBER APO de Komuna Şehîd Baz Mordem daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin, “Weke nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger em Komuna Ciwanên Şoreşger a Şehîd Baz Mordem a ku êrîşên çekên kîmyewî şehîd bû, li Bernê de radigihînin.
Hate gotin ku “Heta ku Rêbertiya me azad nebe, heta hemû faşîst û dagirker ji welatê me xilas nebe, heta gelê Kurd bibe yek û azad nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Li welatê me bi parçebûna ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re, Sîstema Konfederalîzma Demokratîk weke alternatîfa pergala sûc a Modernîteya Kapîtalîst hate avakirin. Niha yekane alternatîf hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Di serî de weke jin û ciwanên Kurd alternatîfa me hemûyan e.
Dem dema azadiya Rêber APO hatiye û ji bo azadiya Rêber APO ya tişta herî mezin ku ciwan dikarin bikin ew e ku bi çalakiyên radîkal xwe bi rêxistin bikin!
Herî dawî banga meşa girseyî ya ciwanan a 17’ê Kanûnê li Baselê hate kirin.