KOBANÊ- Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya kon a ji bo 2 rojan bi daxwaza azadiya Rêber Apo û li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin.
Çalakî bi serdanên nava rojê yên sazî û welatiyên herêmê dom kir.
Çalakî îro bi daxuyaniyeke ku ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemd Mehmûd ve hate xwendin.
Mehmûd bal kişand ser şikestin û têkçûna artêşa Tirk a li ber berxwedana gerîla yên li Herêmên Parastina Medyayê û got: “Dewleta Tirk li ber berxwedana gerîla têk çû. Ji bo wê êrîş anî ser Rojavayê Kurdistanê.”
Mihemed Mehmûd anî ziman ku gelê Rojava ji ber êrîşa netirsiya û terka xaka xwe nekir û wiha domand: “Gel li ber êrîşan li ber xwe da û ev heta astekê êrîş dan sekinadin. Gel bê helwest nema û li ber xwe da.”
Mehmûd diyar kir ku her dewleta Tirk a dagirker têk diçe, tecrîda li ser Ocalan girantir dike.
Herî dawî Mihemed Mehmûd destnîşan kir ku dibe îro çalakiya xwe dawî anîbe, ew ê bi reng û rêbazên cuda çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.