NAVENDA NÛÇEYAN- Hember tecrîda ku li ser Rêber Apo tê kirin nerazîbûnên gel bênavber berdewam dikin. Endamê partiya PYD ji ajansa me re axifî.
Axaftina wî wiha ye:
Berxwedana HPG (Hêzên Parastina Gel) em silav dikin û em berxwedana gelê me yê li ewropa û gelê me yê Kurdistanê li ser piya ye em wan silav dikin. Ji bo xatirê Azadiya Rêber Apo ev tecrîda li ser Serokê me heya ku rabê wê gel her tim li kolana bê û wê li ser piya be. Em bang li CPT dikin ku bi navê mafê mirovan li xwe dikê çûye hevdîtin nekirye bi Rêber Apo re em wan bi tundî şermezar dikin. Çima di demek zûtir de gel agahdar nekirin çima heya niha dara hiqûqê agahdar nekirin. Çima veşartî ma ye heya niha ji ber vê yekê jî em fikarin ji bo Serokê xwe heya ku agahiyek ji Serokê me neyê em ê li kolana bin û em ê li ser piyan bin û dîsa jî em bang li dewletan dikin em bang li CPT dikin ku lazime îro zextê li dewleta tirk bikin ji bo ku hevdîtinek bi Seroketî re were çêkirin ku malbat here cem. Ji bo ku dilê vê gelî jî rihet bibe bê dengiyek heye dêmekî ew jî şirîkê dewleta tirk ne evên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin ev nêzî du salan e tu agahî ji serokê me nîne lazime acîl hevdîtinek pê re werê kirin. Lazime acîl ev gela zanibê rewşa Rêberê wê çawa ye heya ji me tê em ê zextê li CPT û li hemû dewletên navnetewî bikin em Serokê xwe dixwazin. Hemû şirîkên vê komployê berpirsyare Serokê me ne û divê ew jî dengê xweş bikin li ser vê bêhiqûqiyetê ew jî bihêlin ku hevdîtinek bi Serokê me re werê cêkirin ji bo dilê vê gelî rihet bibe û em dibêjin Bê Serokê Jiyan Nabe. Serokê me ne tenê Serokê Kurda ye, Serokê hemû gelên bê maf e hevalê bindesta ye. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin heya ku Serokê me azad nebê wê dawî li vê şerî qet neyê û ne gel wê azad bibê û ne ku nakokî wê bi dawî bibin. Bi azadkirina fîzîkî ya Rêbertî wê careseriya hemû pirgirêkan bê dîtin wê aşîtiyek were peyda kirin wê biratiya gelan were jiyan kirin wê her însanek bighê azadiya xwe û mafê xwe.