REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ li Reqayê komxebatek lidar xistin.
Komxebata ku bi dehan ciwan tevlî bûn de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyona jiyan û têkoşîna Rêber Apo û komploya navneteweyî nîşan dide, hate temaşkeirin.
Li vir li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Laleşîn Ehmed axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û şandeya CPT’ê ya çûbû Îmralî. Ehemd got: “Divê CPT encam û sedemê çûna xwe ya Îmralî eşkere bike.”
Her wiha Laleşîn Ehmed qala erk û berpirsyariyên ciwanan jî kir ku xwedî li Rêber Apo derbikeve ji ber ku Rêber Apo girîngiyek mezin dida ciwanan. Ehmed got, divê ciwan bi rola xwe ya pêşengtî ji bo azadiya Rêber Apo rabin.
Parêzera Reqayî Mûna Ehmed jî bal kişand ser reaş Rêber Apo û diyar kir ku di warê hiqûqî de hemû mafê wî ji dest hatiye girtin û got: “Ji hemû mafê xwe yê girtiyeke siyasî hatiye bêparkirin.”
Di dawiya komxebatê de li ser naveroka civînê daxuyaniyek hate dayîn û pilansaziyên çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo hate eşkerekirin. Li gorî vê;
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hê zêdetir xurtkirina têkoşînê.
Belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo.
Li her derê ji bo zêdetir nasîna Rêber Apo li ser jiyan û têkoşîna wî sînevîzyon bên amadekirin û nîşandan.