TEBQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqa li qada taxa yekemîn a li Tebqayê kom bûn û xwepêşandanek ji bo şermezarkirina tecrîdê û helwesta CPT′ê lidar xist.
Xwepêşandan ji Çerxerêya Meyselûn a li taxa duyem dest pêk kir. Di xwepêşandanê de wêneyên rêber Apo, pankartên “Azadî ji rêber Ocalan re”, “Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne”, “Na ji tecrîda li dijî rêbertî” û “Na ji dewleta Tirk a dagirker re” hildan.
Xwepêşandan bi dirûşman bi daw bû.