NAVENDA NÛÇEYAN – Nêzî 2 sal in tu xeber ji Rêber Apo nayê girtin. Eşkere ye ku CPT ya bi navê Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê tenê weke qumaşekê ye. Li ser vê mijarê gelek nirxandin hatin kirin. Li ser vê yekê rêveberiyên Partiyê jî daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku hestiyar bin, her saniye bikevin nava liv û tevgerê.
Di vê çarçoveyê de çalakiyên rojane li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat berdewam dikin. Di vê demê de tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê ya li ser Rêber Apo, hem gelê Kurd û hem jî dostên wan didome. Helbet îdeolojî, hêz û bawerîyeke mezin hewce ye ku meriv li hember van îşkence û tecrîda giran raweste û li ber xwe bide. Êdî ji vê aliyê ve divê ku em weke ciwan weke gel vê yekê baş fahm bikin. Belê, ji her derê bang tê kirin, lê çima ev bang tên kirin?
Niha divê em baş bizanibin ku hebûna me ya madî û manewî bi tevahî girêdayî Rêber Apo ye. Ger îro em weke Kurd hebin û ji bo vê têdikoşin, divê em baş fêm bikin ku ev afirandinên Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo ziman, fikir, îdeolojî da me. Ji bo têkoşînê hemû derfetan peyda kir.
Ger em xwedî nasnameyeke ku em xwe pênase dikin, di serî de ciwan û jinên ciwan, ev afirandinên Rêber Apo ne. Di dîrokê de rêberekî din yê ku weke Rêber Apo girîngiyê dide nasnameya ciwanan heye? Hişmendî û ruhê têkoşînê ji civakê re gihandin, xwedîderketin, perwerdekirin, birina mîsyona hêza pêşengiyê… Êdî weke ciwan divê em vê baş fêm bikin. Belê, weke ciwanên Kurd dilsozî û hezkirineke me ya bênavber a ji bo Rêber Apo heye. Lê ev têrê nake. Di sala 99’an de dema komploya li dijî Rêber Apo hate pêşxistin, ciwanan cîhan hejand û serhildanên geş kirin. Bi gotineke din, bi rastî jî cîhan li hêzên komploger teng kir.
Dê ji bo me sûdmend be ku em vegerin û li wê demê dinêrin. Weke ciwanên Kurd şikandina tecrîda li ser Rêber Apo di destê me de ye. Ger em vê nekin, bila li hêviya me ji kesekî din nebe. Em li kolanan dimeşin, sloganan diqîrin û em van hemûyan bi giranî nirx dikin. Her çalakiya ku ji bo Rêbertiyê tê kirin bêsînor bi nirx û girîng e. Em nîşan didin ku li gel hemû zextên faşîst jî em dest ji tava xwe bernadin. Lê em dizanin ev ne bes in, dewleta Tirk a faşîst dest ji wan bernade. Hîn jî me nekarî tecrîdê bişkînin. Di vî warî de divê em bipirsin gelo em ê tenê rola piştevaniyê bilîzin an em ê pêvajoyê bi xwe birêve bibin.
Rêya bingehîn a hişyarkirina vê yekê jî fêmkirina Rêber Apo, xwendina parêzname û dahûrnadina wî û kûrkirina wan e. Em ciwanên partiya ciwanên PKK’ê ne. Em ciwanên fedaiyên Rêber Apo ne. Wê demê ji bo vê jî divê em bi ruhê fedayî xwe bi rêxistin bikin, hişyar bikin û çalakiyan li dar bixin. Em her tim ji faşîzmê bi hêztir bûn û îro jî bi hêztir in.