QAMIŞLO- Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan ya bajarê Qamişlo îro şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn.
Îro Ciwanên bajarê Qamişlo li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo 6 şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn. Merasîma bîr anînê bi deqeyek rêz kirtin destpê kir her wiha hevalên wan yê tekoşînê di der barê jiyan û sekna wan de axivî û bi bîr anîn. Pişt re di der barê jiyana van hevalan de û kar û xebatê wan de sînevizyon hate temaşe kirin. Di dawiyê de ciwanan siloganên tolhildan û şehîd namirin berz kirin.