MINBIC- Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê îro meşek bi meşaleyan li dar xist û şehîd Nûjiyan û Viyan û tevahî şehîdên ku di encama bombebarana balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk li ser Kobanê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarên wê, endamên meclisên rojhilat û rojava tev li meşê bûn û wêneyên şehîd Viyan û Nûjiyan, wêneyên şehîdên komkujiya Parisê ya duyemîn hildan û siloganên ku berxwedana jina azad silav dike û hedefgirtina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar dike, berz kirin.
Meş ji çerxerêya kolana El Berîd dest pê kir û li goristana şehîdan a başûrê bajêr rawestiye û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê Şêrîn El Ehmed diyar kir ku ew îro sembolên fedekarî, têkoşîne û fedaîyê şehîd Viya, Nûjiyan, hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.
Şêrîn lê zêde kir ku armanca komploya li dijî rêber Apo tunekirina projeya netewa demokratîk e. Şêrîn soz da ku rêya şehîdan bişopînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber bi dest bixin.
Meşa bi meşaleyan bi berzkirina siloganên ku banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Apo dikin, berxwedana gelên azad silav dike bi dawî bû.