Reqa – Li taxa Diriya ya Reqayê ku Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê lê ye, çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn qada êrîşê dorpêç kirin û dest bi operasyonê kirin.
Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çete hatin kuştin. Hate ragihandin ku yek ji çeteyên hate kuştin, êlekê bombebarkirî yê xwekuştinê lê bû.
Li nêzî cihê êrîşê, girtîgehek heye ku çeteyên DAÎŞ’ê lê têne girtin.