HESEKÊ- Îro Yekitiya Jinên Ciwan a Kantonê Hesekê ji bo salvegera yekemîn a şehadeta 6 ciwanên (Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Îsa, Merhef Îbrahîm, Welîd Hisên û Mesûd Îbrahîn)ku di encama bombebarana balafira bê mirov ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, bi xwepêşandanekêk bîr anîn.
Her wiha Xwepêşandan ji bo komkujiya duyemîn a Parîsê bal kişand.
Bi sedan ji jinên ciwan, Kantonê Hesekê ber Hediqa Serokatî kom bûn û haya li taxa Cudî ji bo salvegera yekemîn a şehadeta 6 ciwanên, komkujiya duyemîn a Parîsê û ji bo li dijî tecrîdê ser Rêber APO meşiyan.
Di meşê de Jinên Ciwan alên Rêber APO, û pankartên bi nivîsa, “Soza me ye ku emê we bi hêza Jinên Ciwan bibin tolgêre soza wan”, û “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyan emê şerê azadiyê ser bixin” hilgirtibûn.
Meş bi berzkirina siloganên “Bê Serok jiyan nabe” û “şehîd namirin” ber bi goristana şehîd Dicle ve çû û bi pêxistina findan bi dawî bû.