QAMIŞLO- Îro bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yê bajarê Qamişlo û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kobanî li dijî bikar anîna çekên kîmyawî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistan li Herêmên Parastina Medya meş li darxistin.
QAMIŞLO
Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pêkir heta wargeha ciwanan. Ciwanan di meşê de fotrafên 11 şehîdên bi çekên kîmyawî şehîd bûne rakirin her wiha alên PKK û alên Rêber APO hildan di meşêde siloganên Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo bang kirin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger heval Ronahî Hisên axivî: Di serî de ev êrîşên li ser gerîla em şermezar dikin ji ber ev êrîşên li ser gerîla li ser tevahî cîhanê ye gerîla hebûna û îradeya me ye û em dibêjim tolhildan. Meş bi siloganên tolhildan û şehîd namirin bi dawî bû.