HELEB- Di xwepêşandana ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dar xistiye de şêniyên taxa Şêxmeqsûdê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd ve dest pê kir, li nav kolanên taxê geriya û ber bi navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ve bi rê ket.
Li wir, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û bal kişand ser şehadeta 11 gerîlayan di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de û got: “Em bejna xwe li hember fedakariya wan ditewînin”.
Hêva wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişên xwe zêde dike da ku îradeya gelan têk bibe, her wiha tecrîdê li ser rêber Apo giran dike û çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.”
Hêva di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê ku li ser şopa şerê gel ê şoreşgerî be tu hêz nikare wî têk bibe.
Piştre, endamê Partiya Yekitiya Demokrarîk (PYD) Elî Hesen wiha axivî: “Kesên ku li ser destê rêber Apo perwerde bûne û fikrê wî şopandine, niha destanên lehengane li çiyayên Qendîl, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsin.”
Elî diyar kir ku gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine, ji ber wê ew berê xwe dide bikaranîna çekên kîmyewî, lê belê ew dîsa bi bin ketiye.