NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.
6- Polîtîka
Têgîna polîtîkayê jî herî kêm bi qasî têgîna desthilatdariyê diyardeyeke civakî ya têgihiştina wê zehmet temsîl dike. Peyva polîtîkayê bi koka xwe Grekî ye, hem têgîna rêveberiyê hem jî ya desthilatdariyê tîne bîra mirov û tê maneya ‘rêveberiya bajêr’. Lê wexta ku weke diyardeyeke civakî behsa wê bê kirin, mirov dikare wê wisa bide naskirin; civak bi awayekî azad tê rêvebirin û pêşxistin, bi vê re civak dibe xwedî kesayet. Tevî ku diyardeya rêveberiyê di nava xwe de dihewîne jî mirov nikare bi tevahî wê weke rêveberî destnîşan bike. Mirov nikare wê hem bi desthilatdariyê re hem jî bi xwerêvebirinê re wekhev bibîne. Mirov polîtîkayê weke qada azadiya civakê, weke qada afirandinê ya lê pêşxistina mane û îradeyê tê zêdekirin şîrove bike, ev zêdetir nêzî rastiya wê ye. Heta mirov dikare polîtîka û azadiyê wekhev bibîne. Li vir civak hem bi fikir, hem jî bi çalakiyê li xwe û nasnameya xwe serwext dibe, pêşde dibe û xwe diparêze. Dema ku polîtîka bibe erka xwerêvebirinê hingê weke polîtîka demokratîk dibe xwedî nasname, lê dema veguhere rêveberiya desthilatdariyê hingê polîtîka ji rastiya xwe dûr dikeve û dikeve rewşekê ku xwe înkar dike. Qada desthilatdariyê ew qad e ku lê polîtîka tê înkarkirin. Ango, çawa ku lîberalîzm bi israr ferz dike, rêveberiya dewletê polîtîka û rêveberiya polîtîk nîne, berevajî înkara polîtîkayê ye, û tê wê maneyê ku li şûna wê yan rêveberiya keyfî ya desthilatdariyê yan jî îdareya bi pîvan a dewletê cih digire. Ti carî nabe ku mirov îdareya dewletê weke polîtîkayê bide naskirin. Ji ber ku ew bi awayekî desthilatdariya bi pîvan û norm e. Desthilatdarî jî di her rewşê de tê maneya li derve hiştina polîtîkayê. Di civaknasiyê de yek ji qada têde aloziya têgînan heye, qada têkiliyên desthilatdarî, rêveberî û polîtîkayê ye. Têgîn ewçend di nav hev de û mîna wekhev bin têne bi kar anîn, banê tevahiya civaknasiyê zincîrwarî bi awayekî şaş tê deribandin. Zanista civakî ya îlhama xwe ji îdeolojiya lîberalîzmê digire bi awayekî berfireh di warê tevlîhevkirina mejiyê mirovan de xizmetê dike. Nexasim ji tevahiya çalakiyên sîstemên tehekumkar re polîtîka dibêje, bermahiyên piçûk ên polîtîkayê yên li ser piyan mane ji nedîtî ve tê; weke rêveberiyên eşîran ên destpêkê, mehelleparêziya teng, demdirêj pêşiya xwe nedîtin, temsîlnekirina berjewendiyên bingehîn ên neteweyî yên hundir û derve, bi nav dike û hukim di heqê wan de dide. Di vê mijarê de têra xwe alozî heye, û mejiyê mirovan tevlîhev e. Tevî ku polîtîka ji mêj ve ji civakê hatiye qewitandin û li şûna wê şîfreyên desthilatdariyê yên bi xiyanetê re wekhev hatine ferzkirin, dîsa jî dikarin bi gewîtî bibêjin di warê polîtîkayê de gelekî pêşketin hene, di polîtîkayê de gihiştine asteke şareza û modern. Lê ya rastî, li qada civakî ya polîtîka lê heye, ya xwedê nirx berjewendiyên heyatî yên civakê ne; xweşhaliya wê û asta pêşketina wê ya manedan û avabûnê ye. Civakên bêpolîtîka yan jî polîtîkayên wan qels, yan wê ji derve ji aliyê desthilatdariyekê ve bêne îmhakirin û bibin mêtingeh an jî ji hundir ve wê ji aliyê elîteke desthilatdariyê û çîneke mêtinkar ve zordestiyê bibînin û bêne mêtin. Qenciya herî mezin a mirov bi civakekê bike ew e, divê mirov asta polîtîk a wê civakê bilind bike. Ji vê jî ya qenctir ew e, divê mirov civakê bigihîne demokrasiyeke 24 saetan dewamî dixebite û bigihîne demokrasiyeke avabûyî û bicihbûyî.