Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ji bo sala 2023’an bibe saleke serketinê em bang dikin ku têkoşînê mezintir bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera mîladî daxuyaniyek weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
31/12/2022 - 10:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera mîladî daxuyaniyek weşand û digot:

“Eşkere ye ku di sala 2023’an de wezîfeyên hîn mezintir li pêşiya me hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji bo xwedîderketina li wezîfeyên ku dîrokê daniye ber me û bicihanîna berpirsyariyên xwe em ê hîn bi biryar û têkoşer bin. Li ser vê bingehê, ji bo sala 2023’an bibe saleke serketinê em bang li hêzên demokrasiyê yên li tevahiya cîhanê dikin ku bi perspektîfa modernîteya demokratîk têkoşînê mezintir bikin û jiyanê ava bikin.”

Daxuyanî wiha ye:

“Salvegera mîladî ku ji bo civaka Xiristiyan tê wateya Noelê, di vê serdemê de weke cejneke sersalê tê pîrozkirin. Bİ navê tevgerê em jî Noel a civaka Xiristiyan, sersala mîladî ya gelê me û mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala nû ji bo gelan, bindestan, jinan û mirovahiyê azadiyê bi xwe re bîne.

Em sala 2022’an li pey xwe dihêlin ku têkoşîneke gelekî mezin lê hate dayin û dest bi saleke nû dikin. Sala 2022’an bû saleke welê ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê giran bû. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi şerê Ûkraynayê re yekemcar li derveyî Rojhilata Navîn qewimî be û qada şer bi vî rengî berfireh bû be jî ji destpêkê ve xwedî karaktereke welê ye ku êrîşî civakê û xwezayê dike, li her devera civakê diqewime. Di demekê de ku modernîteya kapîtalîst civakê û xwezayê talan û wêran dike, newekheviya navbera mirovan zêde dike; Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ji ber krîza sîstema modernîteya kapîtalîst destpê kir, vê pêvajoyê mezintir dike. Di bin sîstema şer û mêtingeriyê ya modernîteya kapîtalîst de civak her roj hinekî din tê hilweşandin. Ji ber ku sîstema modernîteya kapîtalîst bi tunekirina nirxên civakî û hilweşandina civakê re hebûna xwe dewam dike. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi heman rengî nêzî xwezayê jî dibe. Di vê serdemê de xweza bi rengekî cidî tê talankirin, ax, hewa, av, daristan, hawirdor têne tunekirin. Ev hemû encameke tehna qezenca herî zêde ya sîstema modernîteya kapîtalîst e. Di encama vê tehnê de newekheviya li nava civakê her roj zêdetir dibe. Li cîhanê hejmareke gelekî kêm di nava dewlemendiyê de dijîn, lê yên mayî di nava xizanî û birçîbûnê de ne. Bi milyonan mirov ji ber birçîbûn û şer ji cih û warê xwe hatine hiştin, ji warê xwe hatine koçberkirin. Di ti serdema dîrokê de gef û metirsiyeke ewqasî mezin li ser mirovahiyê nebû bû. Ev hemû pirsgirêkên ji ber sîstema modernîteya kapîtal3ıst e û di sala 2022’an de hîn bêhtir zêde bûne.

Di sala 2022’an de hilweşînerî û şerê sîstema modernîteya kapîtalîst ên li hemberî civak û xwezayê zêde bûn. Li hemberî vê yekê jî têkoşîneke mezin hate dayin û sala 2022’an bû saleke bi têkoşînê dagirtî. Gelan, jinan, ekolojîstan, sosyalîstan, ciwanan, karker, kedkar û xizanan, bi giştî têkoşerên demokrasî, edalet û azadiyê di sala 2022’an de li her qada jiyanê û li her qadê li dijî mêtingeriya modernîteya kapîtalîst, li dijî hilweşîneriya modernîteya kapîtalîst têkoşîn mezin kirin û bênavber meşandin. Ev têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst ku ji aliyê her beşên civakê ve hate meşandin, bi mejî û hesreta modernîteya demokratîk hate kirin. Li hemberî rastiya modernîteya kapîtalîst ku wêraniyê li ser civak û xwezayê ferz dike, civak û mirovahiyê daxwaza xwe ya ji bo modernîteya demokratîk bi xurtî nîşan dan. Lewma ya ku mohra xwe li sala 2022’an xist, hilweşînerî û mêtingeriya modernîteya kapîtalîst nebû. Ya ku mohra xwe li salê xist, mirovahiya mezin bû ku bi mejî û daxwaza modernîteya demokratîk tevdigere û ji bo vê jî têdikoşe, nirxan diafirîne. Ji ber vê yekê sala 2022’an bû saleke welê ku têkoşîn mezin bû, fikrê wekhevî, azadî û demokrasiyê bi pêş ve çû, li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst a ku dixwaze civak û xwezayê wêran bike û mirovahiyê tune bike, alternatîfa modernîteya demokratîk a ji jiyaneke azad û ahengiya bi xwezayê re hate destnîşankirin.

Taybetmendiya ku di sala 2022’an de herî zêde derkete pêş, bêguman lêgerîn û têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Li dijî sîstem û mejiyê serweriya mêr ku ji dîrokê heta vê serdemê sedema esasî ya hilweşîn û mêtingeriyê ye û di vê demê de jî weke modernîteya kapîtalîst xwe dewam dike, têkoşîna herî radîkal û guherîner ji aliyê jinê ve hate dayin. Li aliyê din, rastiya ‘asta azadiyê ya jinê, asta azadiyê ya civakê nîşan dide’, di sala 2022’an de hîn bêhtir hate fêhmkirin û gihîşt wê astê ku civak xwedî lê derket. Li hemberî modernîteya kapîtalîst ku mejî û sîstema serweriya mêr lê xurt e, lewma versiyoneke dijminê civakê, jinê û zayendîperest e, têkoşîna azadiyê ya jinê bû dînamîk û bingeha hemû pêşketinan. Pêşengiya ku jinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir, pêşketinên bi xwe re afirand, mînaka herî şênber a vê yekê ye. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berz bû, li tevahiya cîhanê deng veda û hate qîrîn. Asta ku têkoşîna azadiyê ya jinê û jin bi xwe gihîştiye, bi rengekî eşkere nîşan dide ku mejî û sîstema serweriya mêr ketiye pêvajoya tunebûnê. Êdî rastiyeke piştrastkirî ye ku dîrok wê bibe şahid ku bi pêşengiya jinê jiyan azad dibe û civak û xweza ji wêrankirinê rizgar dibe.

Di nava sala 2022’an de, yek ji wan gelan ku herî zêde êrîşên mêtingerî, dagirkerî û qirkeriyê li ser hatin kirin û li dijî van êrîşan herî zêde li ber xwe dan, têkoşiyan, berdêl dan gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û dewleta Tirk a qirker mêtinger ku bi mejiyekî dijminatiya li Kurdan tevdigere, li Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her devera ku Kurd lê ne êrîşên îmha û dagirkeriyê zêde kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li gel êrîşên fîzîkî her wiha operasyonên qirkirina siyasî û her cûre êrîşên ji şerê taybet û qirêj jî zêde kir. Mînaka herî dawî ya vê yekê Komkujiya Parîsê ya duyemîn e. Mîna êrîşên din ên li hemberî Kurdan hatin kirin, ya ku êrîşa duyemîn a li Parîsê kir desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Gelê Kurdistanê yê welatparêz jî li hemberî van êrîşan hemûyan bi rengekî bênavber li ber xwe da û sala 2022’an kir saleke ji berxwedan û têkoşînê.

Bêguman berxwedana herî xurt ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve hate meşandin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her qada ku lê ye li dijî êrîşên dagirkeriyê bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan, êrîşên dagirkerî û qirkeriyê pûç kirin. Di nava sala 2022’an de rejîma qirker faşîst ji bo armancên xwe bi ser bixîne, bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çekên qedexekirî yên li ber destê xwe bi kar anî û her rêbazên qirêj xiste dewrê. Bi vî rengî hêvî dikir ku li hemberî gerîla encamê bi dest bixe. Lê belê gerîla bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên nû yên gerîla ev êrîş şikand û nehişt ku dijmin bigihêje armanca xwe. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi vê armancê kir ku dîrok ber bi demokrasî û azadiyê ve biherike û bû ew hêz ku herî zêde pêşketin afirand. Eger desthilatdariya AKP-MHP’ê karîbûya armancên xwe pêk bianiya, wê demê ne tenê Kurd wê bihatina qirkirin, di heman demê de li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn pêşketina demokratîk wê bi temamî biqediya û sîstemeke ji mejiyê DAÎŞ’ê wê serwer bibûya. Lê belê di encama têkoşîn û berxwedanê de desthilatdariya AKP-MHP hat ber hilweşînê, hêvî û moralê hêzên demokrasiyê zêde bû û ji her demê bêhtir nêzî serketinê bûn. Eşkere ye ku sala 2022’an ji bo AKP-MHP’ê bûye sala têkçûnê, ji bo gelê Kurd jî bû saleke mezin a serketinê.

Dostên gelê Kurd jî di serî de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dijî êrîşên li ser gelê Kurd û Kurdistanê piştgiriyeke xurt dan gelê Kurd û bi têkoşîna xwe têkoşîna azadiyê ya gelê me mezintir kirin, ji bo serketinê tevkariyeke girîng kirin. Hêz û saziyên modernîteya kapîtalîst piştgirî dan desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û bûn şirîkê sûcê qirkirinê. Ji çar aliyên cîhanê jî rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, enternasyonal, jin û ciwan xwedî li Rêber Apo derketin, piştgirî dan têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û dostanî û hevrêtiya xwe nîşan dan. Bi navê tevger û gelê xwe, ji ber vê piştgirî û piştevaniya bi wate ya bi gelê Kurd re em spasiya dost û jinan dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

Em sala 2023’an li gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin, şehîdên ku sala 2022’an bi têkoşînê dagirtin, bi ser xistin û kirin ku em bi hêviyeke hîn mezintir dest bi sala 2023’an bikin, di şexsê şehîdên sala 2022’an de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Şehîd afirînerên nirxên me hemûyan e, pêşengên têkoşîna me ne. Soza serketinê ya ku me dane şehîdan bi vê wesîleyê careke din dubare dikin.

Eşkere ye ku di sala 2023’an de wezîfeyên hîn mezintir li pêşiya me hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji bo xwedîderketina li wezîfeyên ku dîrokê daniye ber me û bicihanîna berpirsyariyên xwe em ê hîn bi biryar û têkoşer bin. Li ser vê bingehê, ji bo sala 2023’an bibe saleke serketinê em bang li hêzên demokrasiyê yên li tevahiya cîhanê dikin ku bi perspektîfa modernîteya demokratîk têkoşînê mezintir bikin û jiyanê ava bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV: Dîmenê çekên ku gerîla dest danîne ser li Girê Hakkarî

Nivîsa Pêş

Dûran Kalkan: Hêz û vîna Tevgera Ciwanên Apoyî heye kû bi rexnekirin û rexnedayineke hîn xurtir rastî û şaşiyan ji hev derxîne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Giyanê veşartî yê Ocalan: Hakî Karer

Dûran Kalkan: Hêz û vîna Tevgera Ciwanên Apoyî heye kû bi rexnekirin û rexnedayineke hîn xurtir rastî û şaşiyan ji hev derxîne

Dîmenê bikaranîna bombeya nukleerî a taktîkî li dijî gerîla hate weşandin

HPG: Êrişên dargirker bi bombeyên qedexekirî didominin

Manşet

  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.