NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev daxuyanî da
“Sala 2017’an bû yek ji wan salên ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me û tevgera me ya azadiyê PKK’ê zêde bûn. Di nava salekê de artêşa Tirk a qirker hemû derfetên xwe yên madî seferber kir û ev derfet bi kar anî. Dîsa bi piştgiriya hêzên hegemonîk ên navneteweyî, xwest gerîlayên azadiyê yên ku hêviya azadiyê ya gelan e, tune bike. Li hemberî van hemû êrîşên berfireh, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi îradeyek Apoyî ya bênavber bersiv da van êrîşan. Gerîlayên azadiyê ya ku di her şert û mercî de ji bo parastina hebûn û destkeftiyên gelê me biryara têkoşînê da, di sala 2017’an de bi îdiayeke mezin têkoşîna xwe domand. Di vê têkoşînê de ya bi ku îrade û fedakariyeke mezin hate kirin, şehadet jî çêbûn. Bi ked û hewldanên mezin ên şehîdên me yên leheng, dewleta Tirk a dagirker di nava salekê de nekarî armancên xwe pêk bîne, hêzên me derbên giran li dagirkeran dan. Hevrêyên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan ên ku pêşengiya vê têkoşîna destanî kirin, bi dilsoziya xwe ya mezin a li nirxên hevrêtiyê û bi helwesta xwe ya tûj a di îdeolojiya Apoyî de, li hemberî êrîşên dijmin piştî şerekî bi lehengî şehîd bûn. Di serî hevalên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan em ê girêdayî hemû şehîdên xwe bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Zîlan Dêrsim
Nav û paşnav: Zîlan Aybar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Necmiye – Abdurahman
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Piling Rustem
Nav û paşnav: Ahmet Kaya
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Emîne – Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Dijwar Întîkam
Nav û paşnav: Îsa Arslan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Halîme – Nîhat
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Zinar Raperîn
Nav û paşnav: Ridvan Can
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Meryem – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Şervan Azad
Nav û paşnav: Tekîn Demîrbaş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Pîraze – Zulfîkar
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
ZÎLAN DÊRSIM
Hevrêya me Zîlan li Colemêrgê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz de mezin bûye. Hevrêya me ya ku weke jineke ciwan xwedî kesayeteke têkoşer e, ti carî rola ku sîstem û pêkhateyên kevneşopî daye jinê qebûl nekiriye, li rê û rêbaza têkoşînê ya ku wê bi rastî îfade bike geriyaye. Di vê pêvajoyê de hevrêya me ya ku Felsefeya Azadiya Jinê ya Rêber Apo ji nêz ve nas kir, ji kûr ve girêdayî Partiya me bû û li Zagrosê ya ku Rojîn Gevdayan derbên giran li dagirkeran dixist, tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrêya me ya ku di sala 2013’an de li ser esasê parastina gelê me û misogerkirina azadiya wê tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê bû, piştî perwerdeya nû ya şervaniyê li Avaşînê li heman qadê dest bi pratîkê kir. Hevrêya me bi felsefeya Rêber Apo, weke milîtaneke leheng a partiya me PAJK’ê, bi coşeke mezin hemû erkên şoreşgerî bi cih anî û li ser esasê serkeftinên bilind xebatên xwe meşand. Hevrêya me ya ku di qadên herî dijwar de pratîk kir, bû mînaka rastiya jinê ku weke jineke ciwan a Kurd di xeta fedaî de kûr bû. Hevrêya me Zîlan a ku her tiştê gerîlatiyê bi meraqeke mezin fêm kir û tiştên ku hîn bû jî ragihand ji hevrêyên xwe. Hevrêya me bû yek ji şervana jîr a YJA Starê û fermandara serdema nû. Hevrêya me Zîlan bû milîtana Xeta Azadiya Jinê ya ku li hemberî rastiya jinê ya ku dengê wê hatiye tunekirin û koletiya li ser axa ku çanda xwedawend afirandiye. Hevrê Zîlan bi jiyana xwe, bi hevrêtî û şerê xwe bi awayekî zelal nîşan daye ku ew milîtana xeta serkeftinê ye. Hevrê Zîlan ku weke her milîtaneke Apoyî, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ji xwe re kiriye hedefa xwe, di wê baweriyê de bû ku ev yek bi têkoşîna li ser xeta fedayî pêkan e. Helwesta xwe ya fedaî ya di jiyan û şer de bi tevlîbûna nava Hêzên Taybet gihandiye lûtkeyê. Her kêliya xwe bi xwendina bîranînên hevrêyên xwe derbas dikir, dixwest bibe parçeyek ji jiyana wan û wan di hemû hucreyên wan de hîs bike. Hevrê Zîlan ku bi sekna xwe ya fedaî, bi hevrêtiya xwe ya kûr û pêşengtiya xwe heta şehadetê bû milîtaneke mînak a PKK-PAJK’ê. Hevrê Zîlan wê her tim li ser hevrêyên me fermandariyê bike û rêya me bi van taybetmendiyan ronî bike.