Parîs – Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Kanûna sala 2022’yan bi êrîşeke çekdarî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Ahmet Kaya hatin qetilkirin, bi merasîmekê li banliyoya Vîllers-le-Belle a Parîsê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve birêkirin Kurdistanê.
Cenaze bi karwanê wesayîtan ji Saziya Tiba Edlî ya Parîsê hatin wergirtin û anîn Palace de Vîllîer Platza li banliyoya Vîllers-le-Belleyê. Gelek nûnerên saziyên Kurdan siyasetmedarên Ewropayî tev li merasîmê bûn. Salona merasîmê ji serê sibehê ve tije bû.
Çelengên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, PAJK, KJK, KCK, TJK-E, KCDK-E, TJK-F, CDK-F û TEV-ÇAND’ê li salonê bûn. Piştî merasîmê girse ket salonê û qurnefîl danîn. Cenazeyê Evîn Goyî şandin Başûr, yên Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî şandin Bakur.
AKDOGAN: ÇI JÎ BIKIN WÊ TÊK BIÇIN
Di merasîmê de ewilî Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan axivî û got: “Jinên Kurd xewnereşka rejîman in. Lewma jinên Kurd û têkoşîna wan dikin armanc ji xwe re. Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku Evîn û hevrêyên wê afirandiye, ji aliyê jinên cîhanê ve xwedî lê tê derketin û mezin dibe.“
‘EM Ê FAŞÎZMA ERDOGAN BIQEDÎNIN‘
Akdogan diyar kir ku Erdogan û piştgirên wî çi jî bikin wê têk biçin û wiha got: “Evîn çawa ku DAÎŞ qedand, em ê jî faşîzma Erdogan biqedînin. Gelê me yê ji Parastine bêpar, li Parîse kirin armanc. Lê çi jî bikin em serî li ber dijmin natewînin.“
ULMEZ: WÊ EV SEDSAL BIBE YA KURDAN
Hevserokê CDK-F’ê Abdûllah Ulmez jî axivî û banga geşkirina têkoşînê kir û got: “Gelê me bi têkoşîna xwe helwesteke zelal nîşanê kujeran da. Ên ku dixwazin me tune bikin, wê tune bibin. Ev sedsal wê bibe sedsala jin û Kurdan. Kes nikare xwe li ber bigire. Di van rojên dîrokî de divê em bi hev re bin û têbikoşin. Ji bo ronîkirina qetlîamê wê têkoşîna me geş bibe. Ên qetlîama Parîse kirine, divê eşkere bibin.“
HADDAD: EM PIŞTEVANÊN GELÊ KURD IN
Şaredarê Sarcellese M. Patrîck Haddad wiha axivî: “Her kes dikare xwe li vî bajarî bibîne. Li vir tiştê esas xwişk û biratî ye. Ji ber êrîşa bûye, bajêr tev şaşmayî ye. Ez jî yek ji wan im. 3 Kurd hatin qetilkirin. Em piştevanên malbatên qetilkiriyan û hemû Kurdên li Ewropayê ne. Êşa we ya me ye.“
KARTAL: EM Ê BI HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ, TOLÊ BISTÎNIN
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal îşaret bi komkujiya 9’ê Çileya 2013’an qewimî, kir û got: “Dema ku Rêber Apo ev komkujî bihîst, got ku em ê tola wan bi hilweşandina faşîzmê bistînin. Ev tolhildaneke ew qas mezin e ku encex bi hilweşandina faşîzmê em dikarin bistînin. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hemû polîtîkayên qirker, xistine dewrê. Ji bo îmhakirina gelê Kurd, hemû derfetên xwe seferber kirine. Lê berxwedana gelê me ev êrîş hemû pûç kirin.”
Kartal banga “ronîkirina komkujiyan” li hikûmeta Fransayê kir û ev tişt gotin: “Di nava 10 salan de, pêşengên rewşenbîr ên têkoşîna azadiyê li vî welatî hatin qetilkirin. Jinên ku pêşengiya jinên cîhanê dikin, çima li Parîsê tên armanckirin? Em soz didin şehîdên xwe: Em ê têkoşîna azadiya Kurdistanê û ya jinan geş bikin. Em tarîtiyê ronî bikin. Sala 2023’an wê bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê. Serkeftin wê ya me be.”
Malbatên kesên hatin qetilkirin, qala têkoşîna xizmên xwe kir û ev peyam da: “Me çiqas jî qetil bikin em ê çong netewînin. Serê gelê Kurd sax be. Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li bîranînên wan derbikevin. Ev meş, meşeke bi rûmet e. Bi salan e em li dijî van êrîşan, li ber xwe didin. Ew nemir in.”
KONCA: EM Ê HESABÊ WÊ BIPIRSIN
Li ser navê TJK-E’yê Besîme Konca axivî û ji bo ronîkirina komkujiyê bang kir. Konca wiha pê de çû: “Em vê dijmina ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Jiyan Tolhildan, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Garîbe Gezer, Nagihan Akarsel, Denîz Poyraz û Jîna Emînî qetil kirin, baş nas dikin. Em careke din soz didin ku em ê hesab ji kujerên jinan, bipirsin. Em ê tifaqa ‘Jin jiyan azadî’ ya li hemû cîhanê geş bûye, geştir bikin.”
XEMGÎN: HÊVIYA ME, HÊZA ME YA CEWHERÎ YE
Li ser navê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) Xelîl Xemgîn jî diyar kir ku qêrîna wan, qêrîna tolhildanê ye û got: “Em tu hêviyê ji tu kesê nakin. Yekane hêvî û bendewariya me, hêza me ya cewherî ye. Têkoşîna jinên Kurd li hemû cîhanê belav bûye. Em ê stranên Mîr Perwer li her derê bilind bikin.”
HUSEYÎN: HEMÛ CÎHAN DIVÊ DENGÊ XWE BIKE
Berdevka Tevgera Jiyana Azad a Kurdistanê Tara Huseyîn jî wiha axivî: “Dewleta Tirk her roj çiyayên Başûrê Kurdistanê bi kîmyewiyê bombebaran dike. Hemû cîhan divê êdî dengê xwe jê re bike. Hevalên me yên hatin qetilkirin, ji bo aştiya cîhanê têkoşiyan. Pêşengên gelê Kurd dikin armanc. Dewleta Tirk baş dizane ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ji Kurdên azad ditirsin. Lewma bi kîmyewiyê êrîş dikin. Hemû gelên cîhanê û dewlet divê li dijî van êrîşan bi têkoşîna gelê Kurd re bin û piştgiriyê bidin.”
PEYAMA SIYASETMEDARÊN FRANSÎ
Dostên gelê Kurd ên Fransî jî di bîranînê de mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku ew êşa gelê Kurd parve dikin û komkujî şermezar kirin. Fransiyan da zanîn ku ew bi gelê Kurd re ne û xwestin ku Komkujiya 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê ya Parîsê bên ronîkirin.
Piştî axaftinan li sînevîzyona ku tê de axaftinên Emîne Kara yên berê hebû, hat temaşekirin.
Piştî merasîmê wê bi rêya hewayî cenazeyê Emîne Kara bişînin Mexmûrê, yê Abdûrrahman Kizil wê bê bişînin Qersê û yê Mîr Perwer jî bişînin Mûşê. Cenaze wê li cihên ku hatin birin, bi awayekê girseyî bên veşartin.